'Tecawiza li zarokan êrîşeke bi zanebûna a desthilatdariyê ye'

Koordînasyona KJK’ê diyar kir li Tirkiyê bûyerên tacîz û tecawizê yên li ser zarokan encama polîtîkaya bi zanebûn a desthilatdariyê ye.

Piştî ku derkete holê li Stenbolê 115 zarok ducanî bûne KJK’ê helwest nîşan da. KJK’ê got ev êrîş ne takekesî ye, êrîşên sîstematîk ên faşîzma zilam-serweriyê ye.

Koma Jinên Kurdistanê (KJK) di daxuyaniya xwe de ya bi navê "Ji bo jinên alîgirên dadmendî û azadiyê û raya giştî ya demokratîk’ , bal kişande ser ducanîbûna 115 zarokan a li Nexweşxaneya Kanûnî Sultan Suleyman û Lêkolînê ya Stenbolê, ku 39 ji van ji Sûriyê bûn û ducanîbûna wan nehatibûn tomarkirin, got, ev nîşaneyeke balkêş a asta wê bobeletê ye ku di siyaseta dewleta Tirk, di saziyê wê de derketiye holê û got ev terisandina faşîzma zilam-serweriyê ya ku li hemû qadên jiyanê xwe nîşan dide û li ser zarokên keç xwe derdike."

KJK’ê got, "Bûyerên ducanîbûna zarokan a ku tenê li vê nexweşxaneyê derketiye, bi ser de jî salê hema bibêje 400 weqayên wiha pêk hatine, bi hêlên xwe yên diyar nebûne û veşartî rewşeke giştî derdike. Ev bobeleta ku bi polîtîkayên desthilatdariyê berbelav bûye, normalîze bûye, meşrû bûye, di saziya xizmetê nexweşxaneyan de jî bûye tifaqa sûc, civakê û jiyanê bi qasî şer dişkîne, vînê dişkîne û dikuje. Daxuyaniya berpirsê serekê yê vê bobelatê Wezareta Jin û Malbatê ya AKP’ê jî ji hêstirên çavê tîmsehan wêdetir tiştekî dî venabêje’’ û bi domdarî diyar kir berpirsê sereke van veqeyan AKP ye."

BERPIRS AKP YE

KJK’ê di daxuyaniya xwe de bi domdarî got ji roja ku AKP hatiye ser kar û vir ve vekirî û nixumandî bi polîtîkayên xwe dijminane yên li ser gelan û jinan zemîn ji vê re çêkiriye, artêşa kujer û tecawizkaran çêkiriye û di vê dema dawî de di şexsê AKP’ê û MHP’ê de tifaqa xeta ‘dînî’ û ‘nîjatperest’ zayendîtiya zilêm zêdetir hatiye tûjkirin û wiha dijminatiya li jinê bûye rewşeke normal a jiyanê, bi geşbûna vê tifaqaê re êrîşê zilam-serweriyê zêdetir bûne û hate destnîşankirin divê jin bizanibin ku ev tifaqa dînî û nîjatperest şerekî fermî û vekirî ya li dijî jinan û zarokan e û wiha pê de çû:’’Kuştinên jinên ên bi êşkenceya sîstematîk pêk tê, tecawiz, tecawizên ser zarokan, bûyerên ducanî bûna zarokan ne bûyerên awarte, êrîşên domdar in , berbelav in. Ji ber ku jêder desthilatdariya AKP’ê ye, hikûmet e, hişmendiya zilam-serweriyê ye. Dewleta berddest hemû derfetên dewletbûnê bi kar tîne, hêza xwe bi kartîne û jinan û zarokên keç bi her rengekî dikuje.’’

‘DIVÊ EM DAWÎ LI MITEBAQATA ERDOGAN-BAHÇELÎ BÎNIN’

KJK’ê bi domdarî got, ‘’Em jin divê êdî dawî li vê mitebaqata nêr, faşîst a Erdogan-Bahçelî bînin. Jin heta ku bê rêxistinî û bê xweprastinî bin wê zêdetir zarokên me ji hêla mêran û paşmêrên wan tifaqa Erdogan û Bahçelî ve werin kuştin û tecawiz li wan were kirin.’’

‘EM DEST BIDIN HEV Û LI ZAROKÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN’

KJK’ê herî dawî bang kir û got, ‘’Em jin dest bidin hev, rêxistiniya xwe bikin û xweparastinê geş bikin!

Em xwedî li jiyana we, li zarokên xwe derbikevin, biparêzin, jiyaneke xweş, birûmet diyarî wan bikin!

Em têkoşînê geş bikin, li dijî çekdarbûna zilam em xweparastinê geş bikin, vê pergala faşîst û zayendî parêz a nîjatperest-dînî-nêr birûxînin!

Em bang li hemû kesên wedî wijdan, jinên bihistyar dikin ku vê têkoşîna birûmet geş bikin, têkoşînê bibin her mal, kuçe, tax, karger, dibistan, febrîka, gundî, li her bihosta cihê ku em lê dijî belav bikin.

Divê em ji bîr nekin ku jiyana birûmet, xweşik bi têkoşîn û rêxistiniya me dibe.’’