Taşdemîr: Di rastiya Rojhilata Navîn de tu wateya tezkereyê tune

Parlementera HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr bal kişand ser vî tiştî ku di rastiya Rojhilata Navîn de tu wateya tezkereya şer tune.

Taşdemîr diyar kir ku Kurd li Rojhilata Navîn xwediyê cihekî taybet in û got, “Ne şert, şertên sed sal berê ye û ne jî Kurd Kurdên sed sal berê ne. Kes nikare li pêşiya dîrokê bisekine.”

‘ARMANCA WAN TUNEKIRINA DESTKEFTIYÊN KURDAN E’

Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr têkildarî tezkereya şer ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku, armanca tezkereyê ev e ku destkeftiyên Kurdan tune bikin û got, “Netewe-dewletên Tirkiye, Sûriye û Îran ji ser dijminatiya Kurdan dixwazin agirê nijadperestiyê zêde bike. Bi vê êrîşê re dixwazin mafên herî meşrû yên Kurdan tune bikin.”

Taşdemîr diyar kir ku wateya vê tezkereya şer ne bi tenê ji bo referandûma Başûrê Kurdistanê ye di heman demê de tê wateya êrîşa vîna her çar parçeyan.

‘DIVÊ FÊM BIKIN KU NIKARIN KURDAN TUNE BIKIN’

Taşdemîr diyar kir ku Kurd li Rojhilata Navîn xwediyê cihekî taybet in û got, “Ne şert, şertên sed sal berê ye û ne jî Kurd Kurdên sed sal berê ne. Kes nikare li pêşiya dîrokê bisekine. Divê ew fêm bikin ku nikarin Kurdan tune bikin. Kurd gelê herî qedîm ê vê axê ne û dixwazin bi gelên din re di nava aştiyê de bijîn.”