Li kampên PDK'ê jinên Êzidî tên revandin -NÛ BÛ

Li kampên Başûrê Kurdistanê jinên Êzidî têne revandin. Herî dawî 2 jin ên ciwan hatin revandin, ku xizmên wan gotin, yek jê ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve hatiye revandin. Malbatên herdu jinan bi fikar in.

Ji sala 2014'an û vir ve beşeke mezin a xelkê Şengalê li kampên li bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê mîna dîlgirtiyan têne hiştin. Li van kampan, li gel şewitandina konan heta niha bi dehan jinên Êzidî hatin revandin û destdirêjî li gelekan hate kirin.

Hate ragihandin ku hefteya derbasbûyî 2 jinên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê hatin revandin û çarenûsa wan nediyar e.

N.F.M. ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike û niha li kampeke Başûrê Kurdistanê ye li ser mijarê got, "Ev bû 9 sal em li kampa Bêrsivê ya Zaxo ne. Keça min ji nava Sûka Kampê ji aliyên Pêşmergeyan ve hate revandin û heta niha em nizanin li ku derê ye."

N.F.M. bi dewamî got, "Me serî li gelek aliyan da, lê em vala vegeriyane. Heta Meclîsa Rûhanî jî tu çare ji mere ne dît. Ez ditirsim ku weke Axîn li keça min bikin."

Li herêma Xankê jî keça bi Navê Viyan Ferec Silêman ji aliyê hineka kesan ve ev deh rojin hatiye revandin û heya niha malbat tu tiştî jê nizane.

Birayê Viyan rojnamevan Dilman Ferec Silêman got, "Ev deh rojin xwişka min ji aliyê hinek komên nenas ve hatiye revandin û desthilata Başûr li hember van kiryarên ne mirovî bê denge."

Dilman wiha dewam kir, "Belge li ber destê me hene ku em di zanin Viyan li ku ye. Lê belê pêşî me nakin."

Dilman Ferec ev jî got, "Me serî li Babe Şêx û Meclîsa Rûhanî jî da, lê tu çare ji bo me peyda nekirine."

Dilman herî dawî bang li berpirsên Êzdiyan û Meclîsa Rûhanî kir û got, "Eger hûn nakiribin meseleke wisa çareser bikin çime hûn xwe dikin xwediyê Êzdiyan. Bi erkê xwe yê olî rabin. Ji derveyî Meclîsa Rûhanî em bang li her kesê xêrxwaz û xwedî wijdan dikin ku li çarenûsek me bigerin."