TAJÊ encamên civîna xwe ya 6 mehan eşkere kir

TAJÊ civîna xwe ya 6 mehan li dar xist û li gel nirxandina karên 6 mehên derbasbûyî, biryar û plansaziya ji bo dema bê amade kir.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) cîvîna xwe ya şeş mehan li dar xist. Encamên civînê bi daxuyaniyekê hatin parvekirin. Encamname wiha ye:

"Di dîrokê de gelek pêşeng û rêber derdikevin û ji bo wê civakê dibin ronahî, rêzan;  dibin mûcîze û rizgariya civakê. Ev rêber bi fikir û felsefeya jiyanê, bi rastbînîyên xwe xeteriya li pêş civakê hesab dikin û bi canfedayî rê li pêşiya van xeteriyan digirin. 
 
Rêber Apo ji bo me bû roj û xilasî. Bi saya vî fikrê paqij û mirovî em Êzidî ji tunebûnê xilas bûn. Ger gotin cîh de be, me xwe ji xweliya xwe ji nû ve afirand. Vî fikrî giyan ango rih da bedena me. Lê mirovek ewqas xwedî fikrên xweş û felsefeya azad di nav çar dîwaran de tê girtin. 

Dîlgirtina Serok ji bo me wek fermanê ye. Ramanek azad nabe ku di nava çar dîwaran de were ragirtin. Timî tecrît, ceza û bi qedexeya hevdîtînan dixwazin me ji vî fikrî jî qut bikin. Lê carek ev fikir di nav me de hatiye çandin û her ku diçe şîn dîbe. Lewma dîlgirtina serok em ê tu caran qebûl nekin û asayî nebînîn. Ji bo vê jî em ê timî li ser pêyan bin û bi çalakiyan xwedî li roja xwe derkevin. 
 
Wek tê zanîn dewleta tirk di rojên komploya navneteweyî de li Çiyayê Garê binketinek dîrokî jiya û ev binketin bû darbeyek li komploya navneteweyî. Loma dewleta tirk, heta niha ev binketina qebûl nekiriye û gefê li çar perçê Kurdistanê dixwe, her carê dibêje ez ê werim Şengalê jî.

Gel ji gefan natirse û warê xwe terk nake.  Di rojên ku dewleta tirk gefan li Şengalê dixwe gelek malbat hatin ser warê xwe yê pîroz û got bila em li ser vê axa pîroz bin, kî gef dixwe jî ji bo me ne xem e.

Lewma dewleta tirk, êdî nikare encamên ku dixwaze werbigire. Em hişyar û zane bûne û qeweta me heya dawiyê heye. Fikr û felsefeya Rêber Apo, mertalê herî qewî û zexm yê parastina me ye. Bi vî fikrî em ê çand ol û nirxên xwe yên pîroz biparêzin, xwe ji nû ve ava bikin; ji hemû ferman û komkijiyan rizgar bikin...Azad bibin.

Rêber Apo fikr û felsefeya xweseriya demokratîk bi me da naskirin. Em gihiştin wê qenaatê ku heya gelek xwe bi xwe rê ve nebe wê timî di xeteriyê de be. Wekî ew dibêje wê timî wekî mirîşkek ku serê wê hatiye jêkirin biperpite. 

Lewma êdî em naxwazin ji aliyê tu desthilatan ve werin birêveberin. Hêz û vîna me ya xwebirêveberinê heye. Piştî fermanê bi saya xwîna şehîdan me parastina cewherî, asayîş û meclîsên xwe jî tê de hemû sazî û dezgehên xwe yên pêwîst ava kirine. Ev nirx in û hemû jî pir pîroz in.

Piştî fermanê heta niha em, bi saya fikrê Rêbertî dimeşin. Hewil didin ku birînîn xwe bi xwe bipêçin,  gavek jî paşde neavêjin. Lewma Rêveberiya Xweser nirxa herî esasî ya ewlehî û hebûna me ye. Di hemû qanûnên cîhanê de civakek dema bi komkujiyê rû bi rî dibe  mafê xwe bi rêveberinê ji êdî jê re rewa tê ditîn.

Lewma ji bilî rêveberiya xweser em ê serî li hember tu gef û peymanên qirêj netewînîn, bi tu şêwazeke din jiyanê nepejirînin, qebûl nekin.  
Hêzên dagirker piştî ditîn em xwe bi xwe rêve dibin û destkeftiyên dîrokî ava dikin,  plan û peymanên qirêj, dek û dolaban hewil didin van nirxên hatine afirandin ji dest bibin, koka Êzdayetî yê ji holê rabikin. 

Em komplo û êrîşên li ser Rêberê me xwe qebûl nakin. Êrîşên wan ên li ser Êzidîyan berdewamiya komploya navneteweyî ye. Em ê nehêlin ev komplo bigihêje armanca xwe. Di roja me ya îro de li gor plan û hesabên xwe dixwazin hêzên me yên parastinê tune bikin û Şengal bê parastin bihêlin.

Ji bo pêşî li vî hesabê gemar bigirin, xwedî li Asayîşê Êzîdxanê derkevin ji 2’ê meha çilê heya niha konê berxwedanê hatiye vedan; dor bi dor gelê me tê liberxwe dide, nirx û destkeftiyên xwe diparêze.

Ev ax, ji aliyê zarokê Êzîdxanê tê parastin, lewma em rihet in û xemek me ya ewlehiyê nîne. Lê armanca vê peymanê xirakirina ewlehî û aramiya me ye. Lewma em ê heta dawiyê liberxwe bidin.

Rêber Apo ji bo azadiya jinê gelek proje û derfet ava kirin. Di nav pergala desthilatdarî de kolebûyîn, şikandina derûnî, ramanî û fizîkî jî di navê de ji her alî ve hat jiyîn. Jin ji her alî ve bi desthiltdariya mêrê serwer re rû bi rû hat hiştin. Lewra her kiryarek qirêj liser jinê hat sepandin. Hatin kuştin, hatin tecawizkirin û neçarê xwekujiyê hate kirin.

Lê Serok li hember vê hişmendiyê pêngavek mezin avêt,  jinê ji nû de gihand cewhera xwe ya pîroz. Êdî jin bi hêza cewherî, bi vîna xwe û bi kesayeta xwe li hember hemû curê desthilatdarî û hişmendiyan disekine.

Em wek jinên Êzidî jî bi vî fikrî têkoşîna xwe ya azadiyê mezin dikin û tola hemû fermanan bi mezinkirina nirxên xwe yê pîroz re hiltînîn. 

Wek tê zanîn piştî fermanê, gelê me  neçarî  koçberiyê bûn ji cîh û warê xwe dûr ketin. Gelek ji wan bi aramiya Şengalê re cardin vegeriyan ser axa xwe. Lê gelek ji wan hîna di kampên Başûrê Kurdistanê de di bin serweriya PDK'ê de tên girtin û rê li pêşiya vegera wan digirin. 
KDP’ê çawa ku dema fermanê pişta xwe da me û em di bin pencê qirkirinê de hiştin, îro jî nahêlin ev gel di nava aramîde bijîn  kiryarên xwe yê desthilatdariyê dimeşînin. Em wek jinên Êzîdî van kiryaran şermazer dikin. Baweriya me ew e ku wê polîtakayên PDKê bi tu şêwazî sernekeve û li pêşiya destkeftiyên me nebin asteng.

Gelê me di wan kampan polîtîkayên qirêj yê PDK'ê dimînîn rû bi rû dimînin. Gelek jin û ciwanên me dawî li jiyana xwe tinîn. Me berê jî gotibû mirin ne çareserî ye, çareseriya her pirsgirêkekê heye, şûna xwekuştinê divê hewil bidin vegerin ser axa xwe û li vê derê em bi hev re Şengalek azad ava bikin. 
 
Divê PDK rê li pêşiya koçberan negire, ji bo vegera wan piştgîrî û alîkariya pêwîst pêşkeş bike. Ji ber ewlehîya gelê me li wan kampan di metirsiyê de ye, em her roj bûyerê xwekujî û şewatên li kampan dibihîsin. Ev ji bo me cihê xemgînî û dilêşiyek mezin e. Divê tavilê gelê me vegerin ser cîh û warê xwe û li vir têkoşînek hevpar û tifaqiyekê ava bikin da ku em bi xeterî û komkujiyan rû bi rû nebin.

Îro li tevahî cîhanê berxwedanek pîroz li dijî hêzên dagirker tê meşandin. Taybet li zindanan û gelek deverên din xwedîderketina li Rêber Apo bi pêngava dem dema Azadiya Rêber Apo tê meşandin.
 
Girtiyên azadiyê, 27’ê Mijdara 2020'an bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo ku 21 sal in di Girava Îmralîyê de tê girtin û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, çalakiya gireva birçîbûnê dan destpêkirin. 
 
88 roj e ev çalakî berdewam dike û di her şert û mercê de girtiyên azadiyê liberxwe dane û xwedî li Rêber Apo derketine. Em vê berxwedanê silav dikin û bi dil û can hezkirinê xwe ji bo wan bi lêv dikin. Heya ku ev berxwdan bidome, wê dagirkerî negihije armanca xwe. 
 
Îro di cîvîna me ya şeş mehan de nameyek ji girtiyên azadiyê Nezîr Gûmûş (Reşo Darî) gihaşt ber destê me û ji bo tevahî dayikan hat xwendin. Ev name bi hestekî azad, bedew û dilşewat hatibû nîvîsandin. Her çiqas name bû cihê hestiyariyê jî, ji dayikan re bû hêz û moralekî pir xurt.
 
Em vî hevalî û di şexsê wî de berxwedana zindanan ji dil û can silav dikin û dibêjin: Wê serkeftin, her ya me be. Rêya ku girtiyên azadiyê dişopînîn rêyek pîroz û berxwedêr e. 
 
Em wek jinên Êzidî bi heman fikr û felsefê li hemberî hemû kiryar û hesabên qirêj liberxwe bidin û dest ji nirxên xwe bernedin."