TAJÊ: Dewleta Tirk û Kazimî dixwazin pêşiya fermaneke nû vekin

TAJÊ derbarê êrişên li ser Şengalê daxuyaniyek da û got “Dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wan Kazimî dixwazin pêşiya fermaneke nû ya li ser Êzidiyan vekin.”

Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî êrîşa dijî fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û komkujiya nexweşxaneya Sikêniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di serî de em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî sersaxî ji malbata Şehîd Seîd, şehîd İlyas, ji bo malbatên hemû  Şehîdên komkujiya Nexweşxaneya Sikêniyê, civaka Êzîdî û hemû Kurd û Êzidiyan dixwazin.  Heval Seîd bi deh salan ji bo hebûn û azadiya milletê Êzîdî bi fedakariyek mezin xebatên xwe dimeşand. Di dema Fermana 2014’an de di eniyên herî pêş de pêşengî kir û li dijî DAIŞ’ê şer kir. Heval Seîd ji bo gelê me yê Êzidî pêşeng bû.  Hedefgirtina pêşengên milletê Êzîdî tenê berdewamiya Fermana DAÎŞ’ê ye.  Dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wê Kazimi dixwazin di şexsê van pêşeng û fermandaran de vîna milletê Êzîdî bişkînin û pêşî li fermaneke nû vekin.

Piştî Fermana 2014’an milletê Êzîdî xwe bi xwe xwerêxistin kir. Bi xwe sazî û dezgehên xwe avakirin.  Nexweşxaneya li Sikeniyê yek ji cîhên ku bi keda millet hatiyê avakirin bû û bi salan di hêla tenduristî de xizmeta milletê xwe dikir. Di roja me a îro de jî rojane nexweşên  Covid 19 serdana nexweşxaneyê dikirin. Di encama êrîşên hewayî yên 17’ê Tebaxê de ev destkeftiya gelê Êzîdî hate rûxandin. Nêzî 10 kedkarên tendurisitiyê û nexweş jiyana xwe ji dest dan ango birîndar bûn. Hovitiyek di vê astê de li tu deverê nayê dîtin.  Ev êrîşana di dema serdana Kazimî de pêk hatin. Li dewsa ku Kazimî ewlehiya Şengalê bide xurtkirin, rê ji bo komkujî û komkujiya Êzîdiyan vedike. Tenê bi erêkirina Kazimî dewleta Tirk a faşîst, ku dijminê hemû Êzîdiyan e, dikarê êrîşên xwe pêk bîne. Tenê kujer destek didin kujeran. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî li beramberî van êrîşan bêdeng namînin.

Pêwîst e hesabê van komkjiyan were pirsîn. Heya ku hesab neye pirsîn em milletê Êzîdî, di serî de Jinên Êzîdî tekoşîna xwe ji bo azadiyê û xweseriya Êzîdxanê bilintir bikin.  Heya kujerên hov mîna Erdogan û hevkarên wan PDK û hikûmeta Kazimî hesabên kiryarên xwe yên qirêj nedin em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê ji bo xweserî û azadiya Êzîdxanê têbikoşin. Em hêz û baweriya xwe ji şehîdên xwe, civaka xwe û ji felsefe û îdeolojiya Rêber Apo digirin. Li ser vê esasê em bang li hemû Êzîdiyên li seranserê cîhanê dikin ku li beramberî vê hovitiyê bêdeng nemînin û bi çalakiyan xwedî li milletê xwe derkevin.”