TAJÊ: Biryara qedexeya hevdîtina Ocalan, dewama komployê ye

TAJÊ têkildarî biryara qedexeya cezayê displînê ya dewleta Tirk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev biryar dewama komployê ye.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî sûcê disiplînê û biryara qedexeya hevdîtinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

TAJÊ’ ev got: “Di demekê de ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe dewam dike, roj bi roj gef, êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser gelê Kurd û Êzîdî, sazî, dezgeh, îradeya siyaysî û tevgera azadî zêdetir dibe. Bê gûman berxwedanî û şerê gelê şoreşgerî di şexsê tevgera azadî, gel û gerîlayê Kurdistanê de di aste herî jor de dewam dike. Ev berxwedanî wê bi dawî kirine faşîzim, dagirkerî û tecrîdê re bighêje serkeftinê.                             

Hêza çareseriya pirsgirêkê ku di roja îro de li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li cîhanê diqewimin Rêber Apo ya. Bi tecrîdkirina Rêber Ocalan dewleta faşîst a Tirk û hevkarê wê dixwezin dagirkeriya xwe bidomînin, pirsgirêkan kûrtir bikin. Ji ber vê sedemê jî her ku diçe tecrîdê girantir dikin û hevdîtinê bi parêzer û malbatê re qedexe dikin. Herî dawî bi biryara 2’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ku 6 meh qedexaye hevdîtinê danîne ser parêzerê Rêber Apo û 3 girtiyên li Îmraliyê, bi vê biryarê dixwezin ku di şexsê Rêbertî de tekoşîna azadiyê ya lewaz û bê encam bikin. Bi taybet tekoşîne jin ku li sernserî cîhanê bûye mînakê berxwedanê. Di heman demê de ev biryar berdewamiya komploya navnetewî ya 9 Cotmehê ya. Çawa ku hêzên komploger yên navnetewî li 9’ê Cotmeha 1998 an bi derketina Rêber Apo ya ji Sûriyê dest bi kompiloyek bê mirovî kirin û li 15 Sibata 1999 bi girtine Rêber Apo bi encam kirin, ji wê demê heya neha komplo bi rengê tecrîd, dagirkerî û êrîşan didin dewamkirin. Li 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê, her weha di vê demê gef, êrîş û dagirkeriya li ser Kurdistanê bi taybet yên li ser Rojava û Şengal û herêmên Başûr û Bakurê Kurdistanê ne tesedufin.

Em di demekî hesas re derbas dibin, ji ber vê yekê em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bang dikin ku li dijî vê biryarê pêwîsta tevahî gelê azadîxwaz di serîda gelê Kuristanê û milletê Êzîdî, sazî û rêxistinê jinan yên li Kurdistan û navnetewî tekoşîna xwe xurt bikin û pêngava ku KCK daye destpêkirin bi hev re bi serbixin. Bi taybet jin û ciwan pêwîste ji bo azadiya xwe li sernaserî Kurdistan û cîhanê çalakiyên xwe xurtir bikin faşşzim, dagirkerî tecrîdê bi dawî bikin. “