Suryanî dixwazin bibin xwedî partî
Suryanî dixwazin bibin xwedî partî
Suryanî dixwazin bibin xwedî partî
Seroka Baskê Jinan a Yekitiya Demokratîk a Suryaniyan Şamîran Îshak da xuyakirin ku Suryaniyên li Mezopotamya û dîasporayê dijîn, xebatên rêxistinbûyînê dimeşînin û armanca wan partîbûyînê.
Seroka Baskê Jinan a Yekitiya Demokratîk a Suryaniyan Şamîran Îshak, di 1. Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn de pêşniyar kiribû salvegera kuştina 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin kuştin weke rojeke bîranînê ya navnetewî were qebûlkirin û ev pêşniyara wê bi yekdengî hatibû qebûlkirin. Îshak di mijarên Yekitiya Jinan li Rojhilata Navîn û têkoşîna jinan de, bersiv da pirsên ANF'ê.
Şamîran Îshak ji navçeya Mêrdîn Midyadê ye, dayika du zarokan e û di sala 1985'an de neçar ma bi malbata xwe re koçî Ewrûpayê bike. Îshak Serokatiya Federasyona Asûrî-Suryaniyan a li Swêdê, Derhêneriya Kovara Qinishrîn a bi pênc zimanan weşanê dike, yek ji rêveberên Suroyo TV û li ser navê jinên Suryanî di nava KNK'ê de cih digire.
Îshak ku li ser navê Baskê Jinan ê Yekitiya Demokratîk a Suryaniya tevlî konferansa jinan a li Amedê bû diyar kir, ku ew niha xebatên rêxistinbûyînê dimeşînin û armanca wan partîbûyîne. Îshak da xuyakirin ku ew herî zêde li welatên Iraq, Sûriye, Tirkiye, Swêd, Holanda, Elmanya û Swîsreyê bi rêxistinin.
Îshak ji bo konferansa jinan got, "Ev konferans ji bo jinên Rojhilata Navîn bûyereke dîrokî ye. Cara yekê ye jinên li Rojhilata Navîn tên cem hev. Ji her welatî, jinan pirsgirêk, ezmûn û pêşniyarên xwe yên çareseriyê gotûbêj kirin. Ji ber vê yekê konferans, dîrokî ye."
Îshak ragihand, ku ji niha û pê ve jinên Rojhilata Navîn wê di nava piştgiriyekê de bin û nêrîna demokratîk a sosyalîst weke nêrîneke alternatîf hîn bêtir di nava rêxistinbûyînên li welatan de serdest bibe. Îshak destnîşan kir, ku armanca wan a bingehîn ewlekirin û parastina berjewendiyên gelan û çareseriya pirsgirêka jinê ye.
Seroka Baskê Jinan a Tevgera Demokratîk a Suryaniyan Şamîran Îshak da xuyakirin ku ji weke jinên Suryanî, ji bo pergalên înkar û mêtîngeriyê yên li ser gelan were hilweşandin û Rojhilateke Navîn a demokratîk were afirandin, ewê bi jinan re têkoşîna xwe xurtir bikin û hewl bidin ji pirsgirêkên li herêmê re bi hev re çareseriyan bibînin.