Sozdar Azad qala serpêhatiya xwe kir

Gerîlaya YJA Starê Sozdar Azad ku keça malbateke Serhedî ye, qala rêwîtiya xw eya ber bi çiyayên azad ve kir.

Gerîlaya YJA Starê Sozdar Azad dibêje, "Di nava jiyana PKK'ê de, nexasim li nava refên jinê mirov dibin xwedî îrade, zane dibin û hîs dikin. Di nava vê jiyanê de mirov her tiştî bi mejî û hêza xwe dikin."

Sozdar Azad sala 1992'an li herêma Serhedê ji dayik bû. Bavê wê ku cerdevan bû, piştî ku apê wê ji aliyê hêzên dewletê ve hate kuştin, dest ji cerdevaniyê berda. Neçar ma koç bikin û piştî ku demekê li Îzmîrê man, vegeriyan. Kekê wê di operasyonên bi navê 'Li dijî KCK'ê de hate girtin. Her ku zexta dewletê zêde bû, welatparêzî di nava malbatê de xurtir bû.

ZEWICANDIN Û EW ŞAND STENBOLÊ

Bi gotina wê 'weke keçeke ji rêzê ya li nava malekê' hate mezinkirin. Hate zewicandin û çû Stenbolê. Qutbûna ji gund gelekî bandorê lê dike. Di zewaca xwe de tundiyê nabîne, lê hêviyên civakê ji jineke zewicî hene. Digihêje wê baweriyê ku ev yek şîdeta li ramanê wê ye. Ne dikare bi dilrehetî tevbigere, ne dikare derkeve derve. Ev jî bandorê li rewşa wê ya derûnî dike.

ŞEHADETA FARAŞÎN

Xwişka kesê pê re zewicî, gerîla ye. Sala 2012'an şehîd dibe. Tê gotin ku divê jin tevlî merasîma cenazeyê Şehîd Faraşîn nebe. Ev yek gelekî bi zora wê diçe. Piştî şehadeta Faraşîn, xwişka din a hevserê wê dixwaze tevlî nava refên gerîla bibe. Nîqaş dikin û hewl didin bigihêjin biyareke hevpar. Xwişka Şehîd Faraşîn ji bo tevlîbûnê amadekariyê dike û jê dipirse ku ew ê jî tevlî bibe yan na. Ew jî dibêje 'temam' û bi vî rengî biryareke hevpar digirin.

HÊZÊ JI JIYANA ZÎLAN DIGIRE

Bi rê dikevin û piştî çend hefteyan xwe digihînin gerîla. Dema destpêkê ya li çiyê, ji ber ku zewicî ye şerm dike. Li ber xwe dikeve ku çima berî zewacê tevlî nebûye. Piştî ku hîn dibe Zîlan (Zeynep Kinaci) jî zewicî bû, ji bo wê serdemeke nû dest pê dike. Ji jiyana Zîlan hêzê digire û bi vê hêzê êdî xwe îfade dike, tevlî nîqaşan dibe û bi rehetî diaxive. Di çarçoveya armancên xwe de hîn bêhtir xwe bi pêş ve dibe.

ŞENSÊ LI AKADEMIYÊ

Gerîlaya YJA Starê Sozdar Azad dibêje, di nava PKK'ê de guherîn û veguherîna mirov gelekî girîng e û akademî jî hêzeke mezin ji bo mirovan diafirînin. Sozdar Azad diyar kir, ji bo wê şensekî mezin e ku cihê xwe li Akademiya Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) digire û got, "Dema li nava sîstemê bûm, şensê min tinebû ku xwe, zayenda xwe û nêrînên xwe nas bikim. Di nava jiyana PKK'ê de, nexasim li nava refên jinê mirov dibin xwedî îrade, zane dibin û hîs dikin. Di nava vê jiyanê de mirov her tiştî bi mejî û hêza xwe dikin. Pêwîstî pê nîne ku yek rê li ber te bixe."

Sozdar Azad bang li jinan kir ku li çiyayên Kurdistanê bibin xwedî îrade û azad bibin û got, "Em bi îradeya xwe ya azad tevlî vê jiyanê dibin. Vê yekê jî bi hêza ji Rêbertî digirin, bi moralê ji şehîdên Kurdistanê digirin, dikin."