‘Sosyalîst wê têkoşînê geş bikin’
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê nerazîbûn nîşanî destgîrkirinê da û got , “Wê sosyalîst têkoşînê geş bikin. “
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê nerazîbûn nîşanî destgîrkirinê da û got , “Wê sosyalîst têkoşînê geş bikin. “
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê ji ber destgîrkirina sosyalîst û rojnamegeran daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “ Xebatkarên ESP, SGDF û ETHA’yê dibin hedefa destgîrkirinan. Rejîma qesrê ya faşîst a niha jî dixwaze bi zext û destgîrkirinan sosyalîstan bitirsîne. Di van êrîşan de jinên sosyalîst dibin hedef û dixwazin pêşiya têkoşînê bibirin. Li ser gelê Kurd û bindestên din her roj êrîşên rejîma faşîst heye.Ji bo jiyaneke wekhev û azad wê sosyalîstên şoreşger têkoşîna xwe bi awayekî geş bidomînin.”
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê banga protestokirina destgîrkirinan û geşkirina hevgirtinan jinan kir.