SMJÊ: Faşîzm di şexsê jinê de civakê qir dike

SMJÊ komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker doh li Kobanê kir bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku faşîzm wê bi destê jinê têk biçe.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker doh li Kobanê kir daxuyaniyek bi sernavê "Faşîzm di şexsê jinê de civakê qir dike" weşand.

Di daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk a li Kobanê bi tundî hate şermezarkirin û hate gotin, "Tespîta 'di kesayetiya jinê de civak û mirovahî azad dibe' li ser hîmê paradîgmaya modernîtay demokratîk li Rojava, Şengalê û tevahiya Kurdistanê veguherî pergalekê. Ji lewra, nûnerên herî hov ên modernÎteya kapîtalîst; mîna çeteyên DAÎŞ'ê û hevakên wan, di serî de jî dewleta Tirk a dagirker, di kesayetiya jinê hewl didin civakê û nirxên mirovahiyê qir bikin."

SMJÊ êrişên dewleta Tirk ên li Şengal, Rojava, Mexmûr, tevahiya Bakurê Kurdistanê û derveyî welat bi bîr xist û destnîşan kir ku rejîma AKP-MHP'ê diwaze desthiladariya xwe ya li jinan û li dijî mirovahiyê bi vî rengî bidomîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku qirkirina jinan û civakê nabe ku bi hincetên derewîn bên rewakirin û hate gotin, "Em êdî nikarin xwe li bêdengiya raya giştî ya hêzên navneteweyî rabigirin."

SMJÊ diyar kir ku faşîzm wê bi destê jinê têk biçe û azadî ji aliyê jinan ve bê afirandin.

Di daxuyaniyê de bang li tevahiya jinan hate kirin ku li ber desthilatdariya mêr rabin û ji bo azadiyê, bi têkoşîna hevpar faşîzmê di şexsê dewleta Tirk de têk bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Divê Erdogan û dewleta dagirker a Tirk bi tevahî hevkarên xwe yên çeteyan, di serî de DAÎŞ'ê, bi hêza jinê ya hevgirtî li dadgeha navneteweyî ji ber suçên şer bên darizandin. Ji bo vê em tevlî bangawaziya TJK-E dibin. Bi çalakiyên xweser zextê li ser hikumeta Elmanyayê, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê bikin, ku dawî li êrişên namerdane bên anîn. Em ji her demê bêhtir di azadiya xwe ya jinan û gelan de bi biryar in. Em rê nadin ku fermana 3ê Tebaxa 2014'an li Şengalê, li Bakur, li Rojava, li Maxmûr an jî li deverek din a cîhanê dubare bibe."