SMJÊ: Em hesabê qetlîama Parîsê bipirsin

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Qetlîama Parîsê ya li ser jinên Kurd ên şoreşger şermezar kir û ji bo tevlêbûna meş û çalakiyan bang kir.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Qetlîama Parîsê şermezar kir û banga tevlêbûna meş û çalakiyan kir.

Di peyama bangewaziya ji bo çalakiyên di 9’ê Çileyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di salvegera 9'emîn a qetlîama sê jinên şoreşger yên Kurd Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez de, em vê qetlîama polîtîk a li ser jinên pêşeng ên Kurd şermezar dikin. 

Qetilkirina jinên Kurd bi konsepteke pir kur, bi destê MÎT’ê, dewleta Tirk û fermana Erdogan li derveyî sînorên dewleta Tirk a faşîst û dagirker pêk hat. Ev qetlîam bi plansaziyeke berfireh hate kirin. Dijmin xwest bi qetilkirina van her sê jinên leheng, dil û mejiyê jinen Kurd û bi giştî jinên Rojhilata Navîn dîl bigirin.

Ji ber rêbera jinên Kurd, heval Sakîne Cansiz, di serdema herî tarî û dijwar ya dîroka gelê Kurd de, li hemberî qirêjîya şerê dewleta Tirk serî rakiribû. 

Em  SMJÊ em ê kiryarên dewleta Tirk a qirker û dagirker deşîfre bikin û hesabê qetlîama li ser gelên xwe bixwazin.

Ji bo vê jî, em banga tevlîbûna jinên Êzidî di serî de, li gelê xwe û hemû dostên Kurdan dikin, werin tevlî meş û çalakiyên di 8’ê Çileyê de bibin. Em 9’ê Çileya 2013’an de wek roja êrişa li ser hemû jinan bibînin, vê bêdengiya bêwijdan û bêxlaq şermezar bikin.”