SMJÊ Cejna Çarşema Sor pîroz kir

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), cejna Çarşema Sor pîroz kir û diyar kir, cejn jiyana li ser hîmê jiyaneke azad û bi rûmet îfade dike.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) bi wesîleya Cejna Çarşema Sor peyamek weşand.

Di peyama SMJÊ de hate gotin, "Cejna Çarşema serê Nîsanê ku wek Çarşema Sor jî tê nasîn, roja afirandina cîhanê ye. Çawa bi demsala biharê afirandina mirovahiyê tê pîroz kirin û xwe nûjen dike, di bingeha xwe de li beramberî nirxên dayika pîroz xwedî heman wate ye. 

Ji lewra jî ev cejn di cewhera xwe de bi taybetmendiya jinê re dibe yek. Xweza bi demsala biharê ji nû ve jîn dibe, jin jî bi pîroziya xwe her xwe nûjen dike. Dilsoziya jinê ya bi xweza û hemû zindiyan re vê heqîqetê piştrast dike. Ya herî zêde di şexsê xwe de xwezayê diparêze, bi axê re têkildariyek pîroz diafrîne û ji bo yekitî û tifaqê têdikoşe jin e. Ji ber vê jî ev cejn ji bo jinên Êzidî tê wateya rizgarkirina ji hemû paşverûyên pergalê, afirandina tifaqê li ser hîmê exlaq û polîtîk û di şexsê xwe de bicihanîna edalet û azadiyê.

Hişmendiya desthilatdar a qirker û mêtînger bi berdewamî hewl dide di şexsê jinê de destdirêjî li ax û xweza, li hemû nirxên mirovahiyê bike. Sala 2014'an cîhan bû şahîdê vê yekê. Tevî ku êşek mezin rû da û bîrînên wê hîn tam bi derman nebûye. Bi vîna azad, jinên Êzidî ji her demê bêhtir xwedî ji mîsyona xwe ya pêşengiya mirovahiyê derdikevin.

Bi vê wesîleyê em cejna Çarşema serê Nîsanê li berxwedana rûmetê ku di şexsê jinê de Birêz Leyla Guven dest pê kir û bi gerdûn dibe, serketina hêzên azadîxwaz ên QSD'ê ku bi sedan jin û zarokên Êzidî rizgar bûn, di serî de li hemû jinan, Êzîdxana pîroz, Kurd û Kurdistaniyan pîroz dikin.

Em bang li civaka Êzidî û jinan hemûyan dikin, ku bi ruhê berxwedana rûmetê ji bo şikandina tecrîta girankirî ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan li ser jin û mirovahiyê tê meşandin têkoşîna azadiyê bilind bikin."