Siyasetmedarên Fransî: Fransa li hember Kurdan deyndar e

Di 9'ê Çileya 2013'an de ku salvegera qetlilkirina yek ji damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez a li paytexta Fransa Parîsê, Kurd û dostên wan herikîn qadan.

Mîtînga li Parîs a ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di salvegera 4'emîn de hatibû lidarxistin bi dawî bû. Di mîtîngê de ji Partiya Çep a Fransa Erîc Coqûrelle axifî û diyar kir ku Fransa li hemberî gelê Kurd deyndarê edaletê ye.

Di 9'ê Çileya 2013'an de ku salvegera qetlilkirina yek ji damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez a li paytexta Fransa Parîsê, Kurd û dostên wan herikîn qadan.

Meş û mîtînga ku tevahiya rojê dewam kir, bi axaftinên siyasetmedarên Fransî ve bi dawî bû. Siyasetmedarên Fransî diyar kir ku divê doz bê ronîkirin, wekî welat li hemberî Kurdan deynê wan ê edaletê hene.

COHEN: HÊRSA MIN LI DIJÎ FRANSA Û TIRKIYEYÊ YE

Senetorê Partiya Komînîst a Fransayê Laûrence Cohen, bi bîr anîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dest bi axaftina xwe kir, bi qetilkirina her 3 jinên Kurd ên şoreşger dixwest li dijî têkoşîna azadiya Kurd darbeyekê li dar bixin. Cohen destnîşan kir ku her çendî xemgîn jî be bi sed qatî wê bi hêrse jî. Cohen wiha got: "Hêrsa min li dijî dewleta Tirk e, Erdogan û Fransa ye. Hikûkmeta Fransa ya ji ber destkeftiyên xwe yên ekonomîk li beramberî Tirkiye bêdeng ma ev yek dide nîandan ku her çiqas Tirkiye sûcdar be hikûmeta Fransa jî ewqasî bi sûc e. Omer Guney sekvanek bû. Lê, kujerê rast ji der ve ye. Dixwazin bi mirin Guney re dozê bi dawî bikin."

COQÛRELLE: BI BÊDENGIYÊ FRANSA QETLÎAMAÊ ERÊ DIKE

Ji Partiya Çep a Fransayê Erîc Coqûrelle jî destnîşan kir ku 3 jinên siyasetmedar û şoreşger ji ber hizir û awayê jiyana demokratîk hatin qetilkirin û wiha anî ziman: "Tevî ku 4 sal li ser qetlîamê re derbas bû jî lê hikûmeta Fransa tişta ku kest ser milan bi cih ne anî. Her kes bila baş bizanibe berpirsyarê vê qetlîamê dewleta Tirk e."

Coqûrelle yê bang li hikûmeta Fransa kir û wiha pê de çû: "Çima ev doz nayê dîtin. Bêdengbûna li beramberî vê qetlîamê, erêkirina hemû qirkirinên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd dana meşandine. Kesên ku qetlîama Charlîe Hebdo kirin û yên vê qetlîamê pêk anîn heman hişmendî ne. Divê hikûmeta Fransa berpirsyariya xwe ya têkildarî qetlîamê bi cih bîne. Fransa li hember Kurdan deyndarê edaletê ye. 

Erîc Coqûrelle, diyar kir ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

Li aliyê din di peyamên li ser navê Meşa Jinên Cîhanê hatin dayn de, qetilkirina jinên Kurd hate şermezarkirin û lenetkirin, bang li hikûmeta Fransa hate kirin ku divê vê dozê bi encam bike. SKB'ê jî di peyama xwe de diyar kir ku heta doz ronî, bi encam û berpirs bên darezandin wê piştgiriya têkoşîna jinên Kurd bike.

KOÇ: QET NIKARIN BINIXÛMÎNIN

Hevseroka KCDK-E'yê Yuksel Koç jî doz bi bîr xist û got: "Bila dewleta Tirk û Fransa baş bizanibe, qet û qet nikarin dozê binixûmînin û bi dawî bikin."

Mîtîng piştî axaftinan, guhdarkirina helbestên hunermendên Kurd û pêşkêşkirina şanoyan ve bi dawî bû.