Şîmşek: Gelek sedemên me hene ku em di referandûmê bêjin 'NA'
Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek got, "Hêza ku wê civakê biguherîne, hêza jinê ye. Ji ber vê yekê desthilatdarî êrîşî jinê dike."
Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek got, "Hêza ku wê civakê biguherîne, hêza jinê ye. Ji ber vê yekê desthilatdarî êrîşî jinê dike."
Qeyûmên ku ji aliyê desthilatdariya AKP/Qesra Erdogan ve li Şaredariyên DBP'yî hatin bicihkirin, di destpêkê de êrîşî jinan û saziyên jinan kirin. Di encamê de 3 stargeh û 52 saziyên jinan ên şaredariyan hatin girtin. Navendeke Jinan jî bi Midûriyeta Çandê ve hat girêdan û mêrek weke rêveber lê hat bicihkirin.
Li gorî agahiyên ji Navenda Çapemeniyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin girtin, saziyên jinan ên ji aliyê qeyûm ve hatin girtin ev in:
Li Amedê, DÎKASÛM a Şaredariya Bajarê Mezin û navendên jinê yên 8 şaredariyan, li Êlihê, Kompleksa Sporê ya Jinê hatin girtin.
Li Dersîmê, Midûriyeta Polîtîkaya Jinê ya Şaredariyê û navenda Jinê ya Jiyanê, li Bedlîsê Mala Piştevaniyê ya Dîlan a Jinê, li navçeyên Xelfetî û Wêranşarê yên Rihayê, navendên jinê hatin girtin.
Li Şirnexê Navenda Jinê ya Zahîde, li Silopiyayê Navenda Jinê ya Viyan û li Cizîrê Navenda Jinê ya Sitiya Zîn hatin girtin.
Li Mêrdînê Navenda Jinê ya Arîn hat girtin û li Midûriyeta Têkoşîna li dijî şîdeta li jinê û Midûriyeta aboriya jinê, mêr weke rêveber hatin bicihkirin. Li Qoser, Nisêbîn, Dêrik, Kerboran û Şemrexê, navendên jinê bûn hedefa êrîşa qeyûm.
Li Wanê, Navenda Jiyana Jinê ya Rojîn a Şaredariya Bajarê Mezin, li Rêya Armûşê, Erdîş, Artemêtanê û Miksê, navendên jinê hatin girtin.
Li navenda Colemêrg û navçeyê Çelê û Şemzînanê Navendên Jinê, li navçeya Gimgim a Mûşê Navenda Jinê, li navçeya Bazîd a Agiriyê Navenda Jinê ya Sema Yuce, li navçeya Akdenîz a Mersînê Navenda Jinê hatin girtin. Li Sêrtê Navenda Jinê ya Berfîn bi Midûriyeta Çandê ve hat girêdan û mêrek weke midûrê wê hat tayînkirin.
Li navçeya Bêgirê ya Wanê, karê kreş, klînî û aşxaneya jinê hat sekinandin. Li Amed, Akdenîz û Wanê stargehên jinan hatin girtin.
Yek ji saziyên jinan ên li bajarên Kurdan dixebitî, Kongreya Jinên Azad (KJA) bi biryarnameyê hat girtin.
Tevî girtina saziyan, siyasetmedarên jin jî bûn hedefa êrîşan. Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel û 34 hevşaredarên jin hatin girtin.
'HEDEFA SEREKE YA DARBEYÊ, JIN E'
Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, li ser karê refearndûmê û 8'ê Adarê yên li bajarên Kurdan bersiv da pirsên ajansa me. Şîmşek destnîşan kir, hedefa sereke ya darbeya ku di 7'ê Hezîranê de hat kirin û hê jî dewam dike, jin e. Şîmşek, ku Şaredara Sixkê ya Wanê bû da xuyakirin, Mala Jinê ya Maya ku bi kedeke mezin ava kirin, yek ji saziyên bi biryarnameyan hatiye girtin e.
Şîmşek anî ziman, şaredariyên qeyûm lê bi cih bûne hatine dagirkirin û got, "Jina serlêdanên xwe li navendên jinan ên şaredariyên me dikirin. Li van saziyên me, doktorên me, psîkologên me hebûn. Cİheên me, sîstema me tine kirin. Şaredarî veguherandine qereqolê. Kî bikeve hundir, nasnameya wan tê kontrolkirin û jê tê pirsîn bê bi ku ve diçe." Şîmşek diyar kir, ji ber vê zexta giran naçin şaredariyan û anî ziman, ew jî bi rêya meclîsên xwe yên jinan li avahiyên partiya xwe hewl didin bersivê bidin pêdiviyên jinan."
Şîmşek destnîşan kir, ku jin civakê diguherîne, lewma bûne hedefa desthilatdariya siyasî û got, "Hêza ku civakê biguherîne, hêza jinê ye. Dema ku mirov giranî û dijwariya êrîşan binirxînin, hingî tê dîtin ku me civak guherandine."
Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek da xuyakirin, ku gelek sedemên wan hene ji bo di referandûmê de bêjin 'NA' û got, "Guhertina sîstemê ya ku bi destûra bingehîn re tê kirin, wê herî zêde bandorê li jinan bike. Herî zêde wê dest li nasname û qadên jiyanê yên jinan werde. Ji ber vê yekê jin wê hê bi xurtî bêjin 'NA'."
WÊ LI 4 BAJARAN MÎTÎNG BÊN LIDARXISTIN
Roja 8'ê Adarê wê bi şiyara "Azadî wê bi berxwedana jinê bi ser bikeve" li Amed, Wan, Êlih û Dersîmê mîtîngên herêmê bên lidarxistin. Li Stenbol û Îzmîrê wê jin di 5'ê Adarê de li hev bicivin. Tevî vê yekê, ji 3'ê Adarê heta 11'ê Adarê wê li gelek bajar û navçeyan jin li hev bicivin.