‘Silavê tekoşîna di eniya şer de gihand kesayetiya jina azad’
‘Silavê tekoşîna di eniya şer de gihand kesayetiya jina azad’
‘Silavê tekoşîna di eniya şer de gihand kesayetiya jina azad’
Yekîtiya Star di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku, şervan Silav nimûneya keçên ku maf û rûmeta jinan diparast, bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li eniya şer dixwest bighêje kesayetiya jina azad.
Di daxuyaniya Yekîtiya Star de tê gotin: "Ev demeke ku komên çekdar êrîşî herêma Efrînê dikin, rejima Sûriyeyê û hêzên derve xwe li destkeftiyên gelê me ranagirin, dixawzin bi van êrîşan destkeftî û viyana gelê Kurd têk ibin. Ev êrîş komploya rejim û alîgirên wê yê li dijî şoreşa Sûriyê ye, dixwazin şoreşê ber bi şerekî navxweyî bibin, em van kiryarên li dijî gelê Kurd û doza wî bi tundî şermezar didkin. "
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di berxwedana parastina nirxên şoreşê de 5 şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê şehîd ketin, ji wan jî şervana jin endama Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Şehîd Silav bû. Yekemîn jine ku di şerên parastina herêma Efrînê de jiyana xwe dest da. Bi vê boneyê em hemû pakrewanên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe ji giyanê wan re ditewînin, ji malbatên şehîdan re jî sersaxiyê dixwazin."
Yeketiya Star destnîşan kir ku, "Silav jineke ciwan bû, ji bo parastina nirx û destkeftiyên şoreşê tevlî nav refê YPJ'ê bû. bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li eniya şer dixwest bighêje kesayetiya jina azad."
Yeketiya Star got, "Em wek Yekîtiya Star, bang li gelê xwe dikin ku li berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG), her wiha li şehîdan, nirxên şoreşê yên pîroz xwedî derkevin, em ji her kesî dixwazin ku li hember komployên dijminên tevgera gelê Kurd têkoşînê bilind bikin. Her wiha ji hêzên Demokrat, hêzên Opozisyona Sûriyeyê dixwazin ku rê nedin vê lîstoka gemar ku hinek hêzê bi alîkariya komên çekdar birêve dibin."
Daxuyanî wiha bidawî bû, "Em berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Efrînê silav dikin û bang li ciwanan, ji hemû pêkhateyan, dikin ku tevlî nav refên YPG'ê bibin."