Zenobîa Viyan da xuyakirin, ku tevî dorpêçî û ambargoya giran jî ev 6 sal in li Helebê berxwedaneke mezin tê dayîn û destnîşan kir, jin bi pêşengiya YPJ'ê di navenda vê berxwedanê de cih digirin.
Zenobîa da zanîn, bi avabûna YPJ'ê re haya gelan ji rastiya xwe çêbûye û got, "Li Rojavayê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê, heta niha ti rêxistinê xwe li gora îdeolojiya rizgariya jinê birêxistin nekiriye. Lê YPJ'ê xwe li ser vê bingehê bi rêxistin kir û dest bi têkoşînê kir.
Jin ne tenê bûne hêzeke ku têkoşînê mezin dikin. Di heman demê de bûne navenda têkoşînê. Hesteke bi vî rengî da hemû jinan. Têkoşîna ku jin di nav de nebe, neçar e têk biçe. YPJ bi vê têgihiştinê tevdigere. Divê hemû qirêjiya li jinê tê ferzkirin bê tinekirin û nirxên jinê ji nû ve werin afirandin.
Ev yek ji bo civakeke demokratîk û azad, pêwîstiyek e. Ji bo avakirina jiyaneke nû, pêwîst e. Ev yek jî bi afirandina sîstemeke xurt a parastinê dibe. Rêya vê jî tevlîbûna li nava refên YPJ'ê ye, mezinkirina YPJ'ê ye."
'EM TESLÎM NEBÛN, ME BERXWEDAN GEŞ KIR'
Zenobîa diyar kir, di şer de ew bi bawerî, vîn, îdeolojîk û bi ruhekî fedayî bi ser dijmin ve çûne û li pêşberî hebûna qirêj a çeteyan, vîn û bawerî di nava şervanên YPJ'ê de xurtir bûye.
Zenobîa Viyan destnîşan kir, ya ku ew li dijî wê şer dikin; qirêjiya hezaran salan, sîstema bûye belayê serê mirovahiyê û anî ziman, ew bi vê têgihiştinê li dijî çeteyan şer dike. Zenobîa ragihand, berxwedana ku YPJ'ê li Şêx Meqsûdê kir, xwe dispêre îdeolojî û felsefebeya berxwedanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Zenobîa diyar kir, ji bo li taxa Şêx Meqsûdê trajediyek rû nede, weke şervanên YPG/YPJ'ê vîn û berxwedaneke mezin nîşan dane û wiha dewam kir:
"Çeteyên 'koalîsyona Sûriyeyê' li dijî şervanên YPJ'ê her tim şerekî psîkolojîk meşandin. Bi îşkence, komkujî û serjêkirinê re xwestin moralê şervanên YPJ'ê xera bikin û vîna wan bişikînin. Lê belê vê yekê nekarî bi vîna şervanên YPJ'ê. Berevajî şikandina vînê, vîna şervanan xurt bû. Em teslîm nebûn û me moralê xwe xera nekir. Em bi hêrs bûn û me têkoşîna xwe mezintir kir."
FEDAKARIYÊ RÊ LI BER SERKETINÊ VEKIR
Zenobîna Viyan anî ziman, jin ji berê bêhtir di nava refên berxwedanê de cih digirin û destnîşan kir, jinên Kurd mohra xwe danîne binê fedakarî û serketinên mezin û bûne çavkaniya îlhamê ji jinên cîhanê re.
Zenobîa Viyan da xuyakirin, jinan xwe ji xweliyên xwe ji nû ve afirandine, bi erka pêşengiya civakê rabûne û bi vî awayî reng dane civakê. Viyan got, "Jinên Kurd bi berxwedanên efsanewî yên li Şengal û Kobanê re nîşanî tevahiya cîhanê dan ku Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye. Tevî ku bi berfirehî di çapemeniyê de cih negirt jî, li Şêx Meqsûdê têkoşîneke mezin hat dayîn.
Li dijî çeteyên DAIŞ'ê û 'koalîsyona Sûriyeyê' ku êrîşî nirxên azadiyê û biratiya gelan dikin, jinan bi pêşengiya YPJ'ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer kirin. Li nava refên YPJ'ê bi berxwedaneke bêhempa, dema nirxên civakî û jin diparastin, şehîd bûn.
Şerê şoreşgerî ku jinên Kurd di şexsê Şêx Meqsûd, Kobanê û Şengalê de nîşan dan, li cîhanê deng veda."