Serhed: Berxwedana jinê wê hemû komployan têk bibe

Serhed bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Wê berxwedana jinan hemû planên komplogeran têk bibe. Berxwedana gelê Kurd bûye malê hemû mirovatiya rasteqîner.

Endama Koordinasyona PAJK ‘ê Ronahî Serhed bû mêvana bernameya Rojeva Jin a Stêrk TV. Serhat behsa girîngiya yekbûna gelê Kurd, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd û berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven kir.

Serhed bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemberî tecrîdê çalakiyên tên kirin. Serhed di nirxandinên xwe de zextên ku li ser gelan tên meşandin û li hemberî vê berxwedana gelê Kurd û gerîlayê PKK’ê û PAJK’ê nirxand. Serhed girîngiya ku jin îro li hemberî faşizmê didin  nîşan da û got divê jin li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin, çalakiyên xwe hîn xurtir bikin.

 ‘ZANABÛNA DÎROKÊ HÊZA BERXWEDANIYÊ FERZ DIKE’

Endama Koordinsayan PAJK’ ê Ronahî Serhed got: “Hêzên dagirker wê di hêrsa gelê me de bi fetîsin” û wiha pêde çû: “Erîşê ku li ser Maxmûr û Şengalê hatine kirin em wane şermezar dikin. Tecrîda heyî rastiya pêvajoyê dide nişandan. Bêdengkirina Rêbertî kûrkirina tecrîdê ye. Her kêliyên têkoşîna gelê Kurd xwestin dorpêç bikin. Di serî de jî hêzên ku ev komplo saz kirine ser neketine û wê bi ser jî nekevin. Ji ber ku Rêbertiya me çareserî xwest û hêza çaraseriyê dide avakirin, ji bo vê yekê dibe hedef. Ji ber ku di tevahî herêmê de û di nava gelan de siyaseta çareseriyê dide avakirin û pêşengiya wî dike. Ji bo vê yekê ji dibe hedefê hêzên dagirkeriyê. Dixwazi bi vê tecrîdê  encam bigirin û êrîşên ku dibin ser jê encamê bigirin. Lê belê gelê me li hemberî wan bêdeng neman û ev 20 sal in li hemberî vê tecrîdê têkoşînek mezin didin meşandin. Têkoşîn gelê Kurd her ku diçe mezin dibe û di sînorê gelê Kurd de namîne û dibe malê hemû mirovatiya rasteqîner.”

Serhed dibêje hêzên desthilatdar her roja ku diçe planên nû li ser gelê Kurd çêdikin û divê Kurd li hemberî van plananê qirkirinê hêza xwe ya têkoşînê bidin avakirin. Serhed got: “Di herêmê de jiyanek nû didin avakirin. Li gel vê plansaziyeke hêzên dagikeriyê jî heye û dixwazin zagonsaziyek nû bidin avakirin. Lê belê di hundurê vê de planên faşîstan û komplogeran dewam dikin û ev plan ji bi kêre dewam dike.? Ev plan ji wek aktor dewleta Tirk re bi rê ve dibe. Êrîşên li ser gelê Şengalê, Maxmûr û Rojava ji parceyek ji vê komployê û gelê me ji li hemberî vê komployê hêza xwe ya berxwedaniyê didin avakirin.”

 ‘EV NE ÇALAKIYA MIRINÊ YA JIYÎNÊ YE’

Serhed, bi berdewamî got, “Çalakiyên ji bo rojiya mirinê ji li hemberî tecrîdê serî rakirin e. Ev çareserî jî, gel bi hêza xwe û îradeya xwe ve bi rê ve dibin. Ev hêza berxwedaniyê belavî hemû parçeyên Kurdistanê û derveyê Kurdistanê bûye. Bêguman a niha jiyana Leyla Guven ketiye xeteriyê ev ji bo dewleta faşîst ya Tirkan şiyariyek pir mezin e. Di vê çalakiyê de parastina jiyan, azad û hebûna xwe heye. Ev ne çalekiya mirinê ye ev çalekiya jiyînê ye. Heta ku encam bêne girtin divê çalekî berdewam bikin.”

 ‘DIVÊ BERXWEDANA EGÎDÊN KOBANÊ NEYÊ JIBÎRKIRIN’

Endama Koordinsayona PAJK’ ê Ronahî Serhed destnîşan kir ku CPT berpirsIyar e û divê sextekariyê neke. Serhed ev nirxandin kir: “Heger pêk neyînin, wê gelê me pêk bêne. Heger ku jiyan ji Kurdan re nîne ji tu kesî din re jî nîne. Dahatuya hemû civakên Kurd êdî bûye yek. Şer çiqasî gerdûnî be ew qasî ji herêmî ye. Divê rastiya Kerkûkê neyê ji bîrkirin. Çewa ku Kerkûk di rojekê de çû ew gef li ser Silêmanya, Helepce, Hewlêr û tevahiya Kurdistanê ji heye. Qedera Hewlêr, Silêmanî, Kobanê, Amed û Rojhilatê Kurdistanê bûye yek. Ji bo ku Kurd di van êrîşên gerdûnî de ne perçiqîn divê yekbûna xwe bidin avakirin. Gefên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistan ji heye. Erîşên li ser Lêlîkan ne tenê ji bo PKK’ê ye. Di vê tasfiye de tenê PKK  zerar nabinê tevahî Kurdistan, wê bibîne. Heger Kongreya Netewî çêbiba wê pêşiya vê tasfiye ji bêhata girtin. Heger pêşiya vê komkîjiyê neyê girtin wê Helepca duyem pêk bê. Divê rûmeta gelê Kurd û yan jina were parastin.

 ‘AKP DAÎŞ’A  SIYASÎ YE’

Hêzên hegemonîk ji bo ku hebûna xwe li ser lingan bigirin şev û roj li Sûriye dimînin û komkûjiyan li ser gelê Kurdan dikin. Zanabûna dîrokê çi ferz dike, hêza berxwedaniyê ferz dike. Gelê Kurd divê li hemberî gefên Erdogan seferber bibe. Berxwedana gelan çawa ku di dîrokê de şoreş çêkir, ev roj ji ew roj e. Faşîzma Erdogan wê hilweşe û were dadgehkirin.”

Serhed wiha dawî li gotinên xwe tîne: “AKP ne partiyek siyasî ye, AKP  biloqek e, biloqeke faşîzmê ye. Mirov çi bixwazibe di navê de heye;nijadperestî, netewperestî, Îslamiyetî, DAÎŞ, çete, kontra û her wiha hemû tiştên kirêt di nava xwe de dihewîne. Navê AKP’ê yê din DAÎŞ’ê siyasî ye.”