Sê jinên şoreşger li Ranya hatin bîranîn

Li Ranyayê bi wesîleya 9’mîn salvegera qetlîama Parîsê merasîmeke bîranînê bi pêşengiya RJAK’ê hat lidarxist. Her sê jinên şorşeger hatin bibîranîn.

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi wesîleya 9’mîn salvegera şehadeta yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama RJAK’ê Aştî Nurî axivî û got: “Li ser vê komkujiyê re 9 sal derbas dibin, têkoşîna azadiyê ya xeta Sakîneyan bi îradeyek bihêz herku diçe berbi lûtkeyê diçe. Em soza ji bo xeta azadiya jine dubare dikin. Em ê ji bo avakirina sîstemek demokratîk û dawîlêanîna sîstema desthilatdarî, faşîst û nokeriyê têkoşînê bikin û ji bo her tiştî amadene.”

Piştî axafitinê li ser jiyan û  têkoşîna Sakîne Cansiz û hevrêyên wê sînevîzyonek hate nîşandan.