Sê jinên şoreşger hatin bibîranîn, Guven hate silavkirin

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê sê jinên şoreşger hatin bibîranîn ên ku şeş sal berê hatibûn qetilkirin. Berxwedana Leyla Guven jî hate silavkirin.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, li Frankfûrtê hatin bibîranîn.

Metîn Cansiz ê ku birayê Sakîne Cansiz e, dê û bavên Leyla Şaylemez Şîfa û Cûma Şaylemez, Mûstafa Temîzkan ê ku kurê Leyla Guven e û Şengê Kahraman a ku diya fermandarê gerîlayan Erdal Sîncer e jî tevlî bibîranînê bûn.

Di bibîranînê de Armanc Goşkar (Sûna Kizilkaya) a ku Navenda Parastina Gel diyar kiribû şehîd bûye û rojnameger Hrant Dînk jî hatin bibîranîn.

Di bibîranînê de sînevîzyona li ser têkoşîna sê jinan û ya li ser têkoşîn û xebata Leyla Guven jî hate nîşandan.

Di şevê de Xelatên Ked, Rûmet û Serketinê hatin dayîn.

Leyla Guven a ku 75 roj in di greva birçîbûnê de hêjayî Xelata Rûmetê hate dîtin. Xelat radestî Mûstafa Temîzkan hate kirin ê ku kurê Leyla Guven e.

‘EM Ê HESAB JI KUJERAN BIXWAZIN’

Di şeva bibîranînê de endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Nûpel Mûnzûr got ku, “Em nabêjin ku kî kujer e, em ê hesap ji kujeran bixwazin. Armanca hevpar a Sara, Rojbîn û Ronahî ev bû ku jin azad bibin. Ev berdêlên ji bo azadiyê em didin gelekî giran e. Lê di vê têkoşînê de bi hezaran Sara, Rojbîn û Ronahî êdî hene. Bi xurtkirina berxwedanê em hesap ji kujeran bixwazin.”

Di şevê de hunermenda ji Bangladeşê Farzana Talûkder, Koma Îtalyan Campagnîa Sakûntala, Zerrîn û Rodan Akgul û hunermenda ji Ewropayê Nadîa Vîsser jî derketin ser dikê.