Sê jin, sê nifş, sê çîrokên Berxwedana Serdemê -1

Yek ji berxwedêrên serdemê ku rûpeleke nû di dîroka jinê de vekirine, Meryem Henan a 63 salî ye. Çîroka wê bi rengê "berî û piştî" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye du beş.

8'ê Adarê sembola berxwdana jinê ye. Nav û wateya îsal a 8'ê Adarê Efrîn e, yanî Berxwedana Serdemê ye. Yek ji berxwedêrên ku rûpelên nû li dîroka berxwedana jinê zêde kiriye Meryem Henan a 63 salî ye. Çîroka wê bi rengê "berî û piştî" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye du beş. Henan dibêje "Em şagirtên wî ne, li Efrînê felsefeya wî yanî ya mirovahiyê heye" û destnîşan dike ku ew hêza xwe ya berxwedanê ji wî digirin.

Her jinên ku tevlî Berxwedana Serdemê bûne, çîrokeke nû ya berxwedanê ya 8'ê Adarê dinivîsînin. Çîroka jinên ku ev 45 roj in li dijî dewleta Tirk û çeteyên wan El Qaîde-DAÎŞ'ê li ber xwe didin, ji Clara heta îro ji mîrateya 8'ê Adarê pêk tê.

Jinên Kurd ku bi şerê xwe yê li dijî rûyê herî tarî yê baviksalariyê, bi şerê li dijî DAÎŞ'ê li tevahiya cîhanê deng vedan, niha jî li dijî rûyê din ê heman tarîtiyê, li dijî Erdogan, dewleta Tirk û çeteyên wan li ber xwe didin. Bi vê berxwedana xwe re dibin hêvî ji tevahiya jinên cîhanê re.

Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de ku bûye nav û rengê îsal ê 8'ê Adarê, ji nava hezaran çîrokên jinan em ê qala sê ji wan bikin. Sê jin, sê nişf û sê çîrok, rûpelên nû li dîroka 8'ê Adarê zêde dikin.

ÇÎROKA MERYEMÊ

Meryem Henan 63 salî ye; cihê xwe li nava Meclîsa Malbatên Şehîdan digire. Her kes wê bi navê Dayik Nadîr dinase. Carna li ber deriyê morgê ye, carna jî li cem malbatan e. Sekn pê nakeve. Yek ji wan jinan e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye. Du caran Ocalan dît û jiyana wê guherî. Jiyana xwe bi gotina "Berî û piştî Rêbertî" ji hev cuda dike.

HEVDÎTINA DESTPÊKÊ

Tîne ziman ku sala 1988'an nêrîna Ocalan nas kiriye û sala 1991'ê çûye Geliyê Beka û ew dîtiye. Henan dibêje, "Ez li Helebê bûm. Em bi Kurdî diaxivîn, lê me bi Kurdbûna xwe nizanîbûn. Min Rêbertî nas nedikir. Dema hatim Efrînê cem malbata xwe, min nêrînên wî nas kir. Min heval dît û ji wan guhdarî kir. Sala 1988'an hevalekî bi navê Selîm hebû, wî qalê dikir. Çawa dijî, li çi difikire, çi dixwaze? Piştre kurê min tevlî nava refên têkoşînê bû. Rojekê hat ji min re got, 'ez ê tevlî partiyê bibim'. Bi nezantî min jî jê re got, 'te kar dîtiye, wê pere bidin te?' Wî jî ji min re got, 'Dayê ez diçim ji bo welatê xwe şer bikim, eger şehîd bikevim bila serê te bilind be'. Gelekî matmayî mam, li pey wî çûm Lubnanê çûm cem Rêbertî. Sala 1991'ê bû, bi şev bû. Bi sedan mirov li qadekê bûn. Civîn ji me re li dar xist. Axaftina wî gelekî bandor li min kir."

Henan got, "Piştre jiyana min bi temamî guherî. Min êdî da dû Rêbertî û nêrînên wî. Xwendin û nivîsandina min tine bû. Li cem mirovên ew nas dikirin rûdiniştim û ji wan dixwest ku qalê bikin." Henan diyar kir ku di hevdîtina duyemîn de wê bi Rêberê Gelê Kurd re demeke dirêj sohbet kiriye.

HEVDÎTINA DUYEMÎN Û MIFTEYÊ RADESTÎ KEÇA XWE DIKE

Henan qala wê diyalogê dike: "Sala 1994'an hevalek hate Helebê. Ji min re got, 'Ez ê te bibim cihekî'. Kelecan kete dilê min. Min ew dît û me demeke dirêj bi hev re sohbet kir. Ji me re got ku divê jin azad bin, bi mêrekî ve ne girêdayî be. Ji min pirsî bê zarokên min ên keç û xort heye yan na. Min jî jê re got, 'hene'. Got, 'Tu yê bi heman rengî nêzî herduyan bibe, cihêkariyê nexe navbera wan. Tu yê zarokên xwe yên keç û xort bi rengekî wekhev mezin bike'. Ez matmayî mam, ji ber ku zarokên keç û xort li cem me weke hev nedihatin mezinkirin. Her ku wî qalê dikir, di mejiyê min de hin tişt zelal dibû. Dema ku em diçûn zeytûnan min mifteya malê timî dida kurê xwe. Lê piştî ku ji cem Rêbertî vegeriyam min êdî mifteya malê da keça xwe."

'JI ALIYÊ FÎZÎKÎ VE NE LI CEM ME YE, LÊ FELSEFEYA WÎ BI ME RE YE'

Henan gotin anî ser rewşa niha û Berxwedana Serdemê: "Rêbertî ji aliyê fîzîkî ve dibe ku ne li cem me be, lê belê ew dûr jî be dîsa bi me re ye. Feslefe û nêrînên wî bi me re ne. Em îro bi baweriya ji fikrên wî, bi hêza ji wî digirin li dijî tank, top û balafirên dewleta Tirk li ber xwe didin. Li derdora xwe binerin; jinên 50-60-70 salî, keçên 18 salî, em mirovên ji rêzê ne. Lê belê îradeyeke me heye ku em li dijî êrîşan li ber xwe didin. Em şagirtên Rêbertî ne."

'PARASTIN NE BI ÇEKÊ, LÊ BI RÊXISTINBÛNÊ DEST PÊ KIR'

Henan herî dawî dibêje: "Em Rêberê xwe baş nas dikin, em ji wî bawer dikin, ji ber vê yekê em zanin xwe biparêzin. Parastina me ne bi çekê ye. Hemû çekên mezin bi wan re ye. Lê belê Rêbertî tiştekî ji çekan xurtir da me. Ew jî; rêxistinbûna me ye. Parastin; parastina xwe ye, hezkirina mirovan e, jiyana bi hev re ye, berxwedana tevî Ereb, Kurd, Tirkmenan e. Êrîşa îro ya dewleta Tirk a li dijî me, heman komploya sala 1999'an a li dijî Rêberê me ye. Dewleta Tirk bi êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê re komploya wê wextê ya li dijî Kurdan didomîne.

Lê wê nikaribin felsefeya Rêbertî bifetisînin. Kurê min li Bakurê Kurdistanê şehîd bû. Îro ji bo parastina Efrînê şoreşgerên Spanyayî, Elman, Fransayî şehîd dibin. Kurdên ji Rojhilat, Rojava, Bakur, Başûr îro Efrînê diparêzin û li dora wê li hev dicivin. Ya ku ew li hev civandiye Rêbertî ye. Felsefeya wî berfireh e, mîna deryayê ye. Bila Tirk jî bixwînin û hinekî hînî mirovahiyê bibin. Banga min li hemû jinan e; ji kîjan gelî dibin bila bibin, bila Rêbertî nas bikin. Ew ê jiyana wan azad bike. Lîderên wan li qesran dijîn, di nava mal, milk û zêran de ne. Ji bo desthilatdariyê her tiştî dikin. Sala 1994'an dema ku min Rêbertî dît, pênc quriş pere di bêrîka wî de tine bû. Rêberê me mirovekî bi vî rengî ye. Bi dilnizmî dijî, ji malbateke dilnizm tê û xwe fedayî gelê xwe kiriye. Divê Kurd qîmetê vê yekê baş zanibin."

SIBE: MAMOSTE ŞÎRAZ