Salvegera damezrandina PKK'ê li her derê tê pîrozkirin

Li Brîtanya, Fransa, Elmanya û Kanadayê salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK'ê li avahiya Navenda Civaka Kurd a Londonê (KCC) ya li Harîngey a li paytexta Birîtanya Londonê ye bi organîzasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Îngilîstanê û Meclîsa Gelê Kurd hat lidarxistin. Polîsên Brîtanî derdora avahiya KCC’yê dorpêç kirin û xwestin pîrozbahî asteng bikin, lê gel nerazîbûn bi dirûşmeyên “PKK’ê gel e, gel li vir e”, “Şerm bikin!”, “Bimire faşîzim” û “Êdî dev ji destekkirina dewleta faşîst Tirk berdin” hatin berzkirin.

Di vê navberê de Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd Turkan Yuksek ji ANF'ê re axivî û got, "Dixwazin ala PKK'ê bikin hincet û êrîşî saziyê bikin. Helwesteke bêhurmetî nîşan dan. Lê ev der cihê pîroz ê gelê Kurdistanê, gelê Kurd e. Me serdegirtineke bi vî rengî ya bêrêz a a li ser malên Kurdan qebûl nekir û emê qebûl nekin. Em ê bi ruhê berxwedanê 27’ê Mijdarê pîroz bikin. 27'ê Mijdarê li hemû gelan pîroz be."

Piştî ku polîsên Brîtanî li hemberî berxwedana gel paş ve vekişiyan, pîrozbahiya bi heybet a 27'ê Mijdarê li avahiya KCC'ê dest pê kir. Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir û alên PKK, KCK, YPG, YPJ û dowîz hatin vekirin. Gelek caran dirûşmeyên "Bijî PKK’ê", “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Serok Apo” hate berzikirin û hêjayî bibîrxistinê ye ku ciwan bi cil û bergên gerîla beşdarî pîrozbahiyê bûn. Firat Wêranşar ku li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Brîtanayê axaftina vekirinê kir, bal kişand ser helwesta polîsên Brîtanyayê û got, “Bi mezinkirina berxwedan û têkoşînê re em hatin vir. Em bi PKK’ê û nirxên wê re bûn xwedî têkoşîna mirovahiyê. Tu hêz nikare me ji nirxên me qut bike.”

Firat Weranşar da zanîn ku PKK’ê tevgereke ronakbîrî û heqîqetê ye û wiha got, "Bi saya hewldanên afirîner ên Rêber Apo û cesaret û fedekariy mezin a gelê Kurd a bi pêşengiya ciwan û jinan em îro gihaştin bi mîlyonan. Me înkar ji holê rakir niha jî em ber bi azadiyê ve dimeşin. Berxwedan ji çiyayan heta deştan heta bajaran bi coş û rûmeteke mezin dewam dike. Azadiya ku wê di şexsê Rêber Apo de pêş bikeve wê azadiya hemû gelan be. Û ev azadî nêzîk e."

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Aso Kamalî jî anî ziman ku bi avabûna PKK'ê re gelê Kurd ji tinebûnê ber bi vejînê û ji vejînê ber bi azadiyê ve meşiya.

Piştî axaftina vekirinê, ji aliyê endamên Tevgera Ciwanan ve lîstika avare hat lîstin. Helbest hatin xwendin û diyarî gerîla hatin kirin.

Piştî pêşandana Avare, bi wesîleya 45’emîn salvegera damezrandina PKK'ê sînevîzyona ku nivîsa wê ji aliyê Nivîskar Fuat Kav ve hatibû nivîsandin, hat nîşandan.

Piştî pêşandana sînevîzyonê Nivîskarê Kurd Alî Poyraz got, "Damezrandina PKK'ê li dijî mêtingeriya Tirk, Ereb û Farisan li dijî sîstema kapîtalîst e. PKK’ê bi têkoşîna xwe ya duh û îro jî vê yekê dibêje."

Ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal jî got, "Berdêla vê dozê canê me be jî, em ê li ber xwe bidin. Em ê xwedî li berxwedêrên fedaî yên Kurdistanê derkevin."

Li dû axaftinan hunermend Mervan Şan û Koma Sersî derketin ser dikê.

REIMS

45’an salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Reîms ê Fransayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên têkoşîna azadiyê hatin daliqandin.

Çalakiya ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir, bi axaftina endamê KNK’ê Adem Uzun berdewam kir. Uzun got, "Gelê Kurd bi PKK'ê re heye, bi Rêbertiya wê re bû hêz, PKK'ê gelê Kurd bi tevahiya cîhanê da naskirin. Di perwerdehiyên ku Rêbertiyê ji me re dayî de, digot ‘ger şeref û namûsa we hebe, hûnê heta dawiya emrê xwe xizmeta vî gelî bikin, ji aliyê exlaqî, wijdanî û dilsoziya bi şehîdan re her tim amade bin û dema pêwîst bike hûn ê canê xwe bidin.’ Ji ber ku ev gel azadî heq dike û hûn ê jî bibin xizmetkarên azadiyê.” 

Di çalakiyê de hunermendên Kurd Hozan Aydin, Şerîf Omerî, Diyar Mehrovî, Koma Nûjen û Koroya Zarokan a Arîn Mîrkan derketin ser dikê.

KIEL

Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Kîel ê Elmanyayê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku ji aliyê Navenda Jiyana Jin û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) ve li salona dawetê ya Kîel Mega Palace pêk hat de, bi sedan Kurdistanî amade bûn. Di çalakiyê de Dilo Doxan, Îdrîs Bêrîtan, Mem û Zîn (Koma Zerdeştê Kal), Baran Agir, Seîd Dêrik, Koma Çanda Kiel, Pêşkêşvan (Nazdar, Amedî) derketin ser dikê.

Hevserokên DKTM’ê ya Kielê jî li ser wate û girîngiya rojê axivîn.

Hevserokê KONMEDê Heval Kerem got:

"Berxwedana ku bi Mazlûman, Xeyriyan, Haqiyan û Ferhatan destpê kir, îro bi berxwedaneke mezin dewam dike. Ne tenê dewleta Tirk, hevkarên NATO'yê û dewletên Yekîtiya Ewropayê jî bi Tirkiyeyê re hevkarî kirin û êrîş pêk anîn. Di 100'emîn salvegera Lozanê de, erka gelê me ew e ku li dijî hêzên ku dixwazin Kurdistanê ji nû ve perçe bikin li dora têkoşîna azadiyê bibin yek û êrîşan Divê berxwedana Rêber Apo ya li zindanê ji bo me hemûyan bibe mînak. Her wiha divê em hemû bi xurtî beşdarî hemleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurdistanê bibin."

Di şahiyê de ligel performansa Koma Nûdem Kîel govend hat gerandin.

TORONTO

Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Toronto yê Kanadayê bi beşdariya bi sedan kesî bi konvoyekê hat pîrozkirin.

Piştî konvoyê şahiyek hat lidarxistin û berxwedana gerîla hat silavkirin. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger peyam hat xwendin.

Di peyamê de hat destnîşankirin ku têkoşîna ku têkoşerên azadiyê didin li cîhanê bûye mînak û divê bi tîpên zêrîn di dîrokê de bê nivîsandin. Hat diyarkirin ku têkoşîn bi ruhê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û Mazlûm Dogan hatiye meşandin.

Pîrozbahiya li vir jî bi dirûşmeyan bi dawî bû.