'Sakîne Cansiz pêşenga Tevgera Azadiya Jinê ye'

Endama KJK'ê Besê Erzîncan, li ser jiyana Sakîne Cansiz axivî û got, "Hevala Sara ji ber dilsoziya xwe ya bi xewn û xeyalên azadiyê re, ji bo jinan hemûyan pêşeng bû."

Yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) heta kêliya ku jiyana xwe ji dest bide, bi rengekî çalak cihê xwe di nava karên rêxistinê de girt. Tevî Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî), 9'ê Çileya 2013'an bi sûîqestekê hatin qetilkirin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan qala kesayetî û têkoşîna Sakîne Cansiz kir.

Erzîncan, di salvegera 6'an a şehadeta Cansiz de ew bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got, "Komkujî li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hate kirin. Vê komkujiyê careke din bi tundî şermezar dikim. Dewleta Tirk wê ti carî nikaribe pêşî li têkoşîna azadiyê ya gel û jinên Kurd bigire."

Erzîncan işaret bi têkoşîna Cansiz kir û got, xala bingehîn a têkoşîna wê ya azadiyê ew bû ku di lêgerînên xwe yên jiyana azad de kûr bû.

'DILSOZIYA WÊ YA BI RÊBERTÎ RE TI CARÎ QELS NEBÛ'

Erzîncan bi bîr xist, Sakîne Cansiz jina destpêkê bû ku tevlî nava refên PKK'ê bû, lewma dilsoziy awê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gelekî xurt bû û wiha dewam kir: "Timî digot, 'Rêbertî her tim hêzê dide jinan. Di dema herî zehmet de piştgiriyê dide wan. Ji bo jin xwe bi pêş bixin, firsend da'. 

Besê Erzîncan got, "Ya rast, têkiliya Rêbertî bi hevala Sara re têkiliya wî ya bi jinan re bû. Têkiliya Rêbertî û jinan gelekî cuda ye. Qewîn e, naaliqe" û wiha bi mijarê daket:

HEZKIRIN Û HEVRÊTIYA MEZIN

"Têkiliya navbera Rêbertî û jinê, ji hezkirin, hurmet, bawerî û dilsoziyeke mezin pêk tê. Di heman demê de têkiliyeke têkoşînê ye. Divê mirov têkiliya navbera hevala Sara û Rêbertî jî di vê çarçoveyê de binirxînin. Di navbera Rêberê me û hevala Sara de hem hezkirin û hevrêtiyeke mezin, hem jî têkoşîneke mezin hebû. Ev şêweyê têkiliyê, têkiliyeke hevrêtiyê bû ku mirov azad dikir, mezin dikir û diguhert. Ev yek di heman demê de eşq û hezkirineke cuda ya hevrêtiyê ye."

BÛ PÊŞENGA JINAN HEMÛYAN

Encama KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku Sakîne Cansiz bûye pêşenga jinan hemûyan li dinyayê û got, "9'ê Çileya 2013'an dema li Parîsê hate qetilkirin, li tevahiya dinyayê bû rojev. Piştre, di serî de gelê Kurd gelên dinyayê hemûyan hevala Sakîne Cansiz nas kirin. Bi taybetî jinên çep, şoreşger, sosyalîst, femînîst û anarşîst wê baş nas dikin. Hevala Sara ne tenê ji bo jinên Kurd, bi sekn, îdîa, biryardairya xwe ya li jiyana azad û bi berxwedana xwe ya li zindanan re bû pêşenga jinan hemûyan li dinyayê."

Erzîncan bal kişand ser girîngiya fêhmkirina jiyana Sakîne Cansiz û got, "Jin divê bi xurtî dersan ji jiyana hevala Sara derxînin. Bi derxisitna dersan jin dikarin bibin xwedî sekn û feraseteke xurt a têkoşînê. Dema ku pirtûka 'Jiyana min timî şer bû' ya hevala Sara bê xwendin û jiyana wê bê lêkolîn, ev yek wê hîn bi zelalî were fêhmkirin. Kesayet û têkoşîna hevala Sara nîşan dide ku berdêl çiqasî giran jî be, jin dikarin serketin û jiyana azad bi dest bixin."

'YA KU HEVALA SARA DIKE PÊŞENG, SEKNA WÊ YA LI NAVA JIYANÊ YE'

Di dewama axaftina xwe de Erzîncan got, "Ya ku hevala Sara dike pêşeng, sekna wê ya li nava jiyanê ye. Ji ber sekna xwe ya bi biryar û radîkal a ji bo azadiyê, ji ber dilsoziya xwe ya bi xewn û xeyalên azadiyê re, ji bo jinên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û dinyayê bi rola pêşengiyê rabûye. Di nava têkoşîna azadiyê de bêyî li zor û zehmetiyekê bialiqe, bi bawerî û biryardariyeke mezin meşiya. Kesayetiya azadiyê di şexsê xwe de afirand. Ji ber vê yekê ji bo jina pêşeng û lîdereke mezin e. Rê û rêbazên afirandina jiyana azad li ser vê bingehê derxist holê."