Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Jinan ji Rêber Apo re name şandin

Li gelek bajaran bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî ji Rêber Apo û girtiyên jin re name hatin şandin.

Beriya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî li gelek bajaran ji aliyê jinan ve gelekî çalakî hatin lidarxistin. 

WAN: Bi pêşengiya TJA, TUHAY-DER, DBP ve DEM Partiyê ji girtiyên jin re kart û pirtûk hatin şandin. Li pêşiya bînaya PTT’ê ya Navendî ya Wanê  daxuyaniyek hate dayîn.  Her wiha Platforma Şaxên KESK’ê ya Wanê û pêkhateyên Platforma Jinan a Wanê jî ji girtiyên jin re kart û name şandin. 


STENBOL: MA-TUHAYDER’ê ji girtiyên jin re kart û pirtûk şandin. Her wiha jin li pêşiya PTT’ya navçeya Aksarayê li hev civiyan û ji girtîgehan re pirtûk û kart şandin. 

EDENE: TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Edeneyê ji Rêber Apo û jinên li Gîrtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê re pirtûk şandin. Jin bi vê armancê li pêşiya Şaxa PTT’ê ya Cûmhûrîyetê li hev civiyan.


MÊRSÎN: TUAY-DER’a Çûkûrovayê û TJA’yê ji Rêber Apo û girtiyên jin re pirtûk şandin. Her wiha jinan li pêşiya Girtîgeha Kampûsê ya Tarsûsê daxuyaniyeke çapemeniyê jî dan. 


ENQERE: Şaxa Enqereyê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komîsyona Lêkolînên Jin û Zayendiya Civakî jî civîneke çapemeniyê li dar xistin. Endama ÇHD’ê Parêzer Nergîz Gornaz diyar ku li ser destkeftiyên jinan ên ku bi têkoşîneke dûrûdirêj hatine bidestxistin, êrîşeke sîstematîk heye.