BI DÎMEN

Li Elmanyayê 8'ê Adarê: Têkoşîna jinan wê dawî li şerên we bîne

Jinên ku li bajarên Elmanyayê bi dirûşma "Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" daketin qadan, bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkayên baviksalarî ku herî zêde li cîhanê bandorê li jinan dike.

LI ELMANYAYÊ 8'Ê ADARÊ

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek bajarên Elmanyayê meş û mîtîng hatin lidarxistin.

MANNHEIM

Li Hans-Böckler-Straße bi banga tevger, sazî û meclîsên jinan ên wekî Komeleya Jinên Koçber, Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan a girêdayî Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) Jinên Nû û Die Linke-Mannheim jin hatin cem hev û di kolanên herî qelebalix ên bajêr re derbas bûn gihîştin Markplatzê. Di mîtînga li vir de li ser navê saziyên jinan peyam hatin dayîn.

Di mîtînga ku şehîdên Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn û Bişeng hatin bibîranîn û hemû jinên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane ev peyam hatin dayîn: “Îro em di qonaxeke nû ya salên ku modernîteya kapîtalîst bi zehmetî li ser piyan dimîne de derbas dibin.Ji Rosayan heta Sarayan, ji Xwişkên Mîrabel heta Hevrîn Xelefan berxwedana jinan pêl bi pêl bilind dibe, rê li ber jiyana azad vedike. Têkoşîna jina azad a li dijî polîtîkayên kokujî û qirkirina jinan hêvî û rastiya herî mezin e. Li dijî polîtîkayên baviksalarî ku herî zêde bandorê li jinan dike, li cîhanê têkoşîneke hevpar girîng e. Yên ku herî zêde rêyekê ji vê kaosê dixwazin û ji bo vê jî herî zêde wê li ber xwe bidin jin in. li ser vê bingehê wê îradeya jina azad bilind bibe. Pir girîng e ku em li dora rêgezên îdeolojîk û siyasî yên azadiya jinê xwe bi rêxistin bikin û saziyên hevpar ava bikin. Em bang li her jinê dikin ku tevlî pergala me ya jinê bibin û bi hev re mil bi mil ji bo azadiya xwe têbikoşin. Em JIN JIYAN AZADÎ bi îdiaya ku têkoşîna jinê wê dawî li şerên we bîne, pêşwazî dikin. Tevgera me têkoşîna hevpar a hemû jinan a li dijî pergala baviksalarî ye. Werin em ne tenê rojekê, her roj têkoşîna jinê xurt bikin!”

Di tevahiya meşê de bênavber dirûşmên "Ji tundiya li ser jinê re na" û "Jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî" hatin berzkirin.

DORTMUND

Jinên ciwan ên Kurd û Meclîsa Jinan a Rozerîn di çarçoveya pêngava “Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” hatin gel hev. Partiyên sosyalîst, komên ciwanên jin ên partiyan û komên femînîst jî beşdarî çalakiya ku  jinên Kurd bi pêşengiya wê dikin bûn. Di civîna li Qada Europabrunnenê hat lidarxistin de li ser navê hemû rêxistinên beşdar daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniya ku li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) hat dayîn de hat diyarkirin ku berxwedana jinan di çaryeka yekemîn a sedsala 21’an de derketiye pêş û wiha hat gotin: "Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye."

Koroya jinên ciwan ên girêdayî Meclîsa Jinan a Rozerîn bi hev re strana Akademiya Jineolojiyê ji bo bîranîna jinên şoreşger ên di 8’ê Adarê de pêşengtî û fedaî kirine, gotin.

HANOVER

Li ser banga gelek saziyên jinan, Meclîsa Jinê ya Ronahî, Hêvî û rastiya t, Gemeinsam Kämpfen û Rêxistina Banê ya Meclîsên Jinên Êzidî (SMJ-E) bi hezaran jin hatin cem hev. Jin saet di 15:00 de li Hannover Opernplatzê hatin cem hev û piştî mîtînga saetekê dest bi meşê kirin.

Piştre li Ni-Una-Menos-Platz a Hannoverê mîtîngek hat lidarxistin û jin li dijî kuştina jinan li hev kom bûn. Li qada ku li dijî êrîşên dewletên mêr û qirkirina jinan axaftin hatin kirin, dirûşma "Jin Jiyan Azadî" hat berzkirin. Wêneyên jinên pêşeng ên hatin qetilkirin hatin hilgirtin.

Li qada ku peyama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê TJK-E hate xwendin, jinan bi vekirina ala mezin a YPJ'ê li dijî qedexekirina polîsên Hannoverê ya li ser ala YPJ'ê ya ku çeteyên DAIŞ'ê têk bir û bi hezaran jin di vê armancê de şehîd kirin, protesto kirin.

Di peyama TJK-E'yê de hat ragihandin ku kevneşopiya berxwedanê ya jinan ku ji Rosayan heta Sarayan, ji Xwişkên Mîrabel heta Hevrîn Xelef bi pêşengiya hemû pêşengên jin îro pêşengiya hemû berxwedanên civakî dike, hate gotin ku têkoşîna hevpar a jinan wê dawî li şeran anîn.

Di çalakiyê de banga SMJ-E jî hat xwendin û 3’yê Tebaxê weke Roja Têkoşîna li Dijî Jinan a Cîhanê hat ragihandin.

Piştre di axaftinên li ser navê Gemeinsam Kämpfen û Woman Defend Rojava de hate destnîşankirin ku hevgirtina jinan dikare jiyana ekolojîk ava bike. Êrîşên qirkirina Kurdan ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin û li dijî vê yekê banga bilindkirina hevgirtina jinan hate kirin. Piştî axaftinên gelek saziyên jinan û banga berfirehkirina tevnên hevpar ên jinan kirin. Piştî axaftinan jinan dîsa dest bi meşê kirin.

Meş heta Kuchengartenê berdewam kir. Çalakiya ku gelek caran dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî YPJ" hatin berzkirin, bi konserekê bi dawî bû.

ULM

Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya bi banga Platforma Jinên Demokratîk a Ulm (Interbündnis, SKB, Jinên Nû, Rebell, MLPD, YDG, ANKA - Alevitissche Frauen) li navenda bajarê Ulmê hat lidarxistin.

Nûnerên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî bi rengên xwe tevlî çalakiyê bûn.

Li ser "8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê" û "Bi hev re li dijî faşîzm, qirkirina hawirdorê, şer, mêtingeriya taybet û zexta li ser jinan" hatiye nivîsandin. Di çalakiya ku pankart hat vekirin de jinan axaftin kirin û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna jinê.

Jinan li standa agahdarkirinê agahî dan, axaftin kirin û banga têkoşînê kirin. Jinan bal kişandin ser şer û xetereya faşîzmê ku zêde dibe, li dijî karesatên avhewayê divê tedbîrên aktîf bên girtin. Çalakgeran diyar kirin ku hemû zext û mêtingerî li ser jinan hîn bi dijwarî dewam dikin û diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya çalak bidomînin.

Xwepêşandana ku belavok hatin belavkirin, jianan govend gerandin û dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

DUISBURG

Meclîsa Jinan a Asya Yuksel di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Duisburg Bahnhofê hatin cem hev. Jinên ku di çarçoveya pêngava "Em bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" hatin cem hev wêneyê Yuksel Yargan ê di 24'ê Sibatê de li Weselê ji aliyê hevserê xwe yê berê ve hat qetilkirin hilgirtin. Di çalakiyê de danezana TJK-E'yê hat xwendin. Jinan li ber muzîkê govend gerandin.

KASSEL

Jinên Kurd û Elman bi hev re li Kasselê meşiyan. Jin saet di 17.00’an de li Rathausê hatin cem hev, bi tilîlî û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” meşiyan.