BI DÎMEN

Li Berlînê jinan ji Îmraliyê re qert şandin

Li paytexta Elmanya Berlînê jinên Kurd û enternasyonalîst bi wesîleya 8'ê Adarê qert ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin.

8'Ê ADARÊ

Jinên ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin cem hev 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.

Di çarçoveya kampanya "Ji Îmraliyê re 100 hezar qert" ku pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî hatiye destpêkirin de ji Îmraliyê re qert hatin şandin.

Li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê (Binevş Adesa) Nûrê Alkiş axivî û got, “8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li mîmarê felsefeya Jin Jiyan Azadî Abdullah Ocalan pîroz be. Weke jinên Kurd em ji berxwedêr û têkoşerên Sakîne Cansiz, Bêrîvan û hemû jinên di têkoşîna jinê de şehîd bûne re spas dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di girtîgehê de ye. Esareta Rêbertî esareta me ye. Em bi wesîleya 8’ê Adarê ji Rêberê xwe re qertan dişînin.”

Aktîvîsta enternasyonalîst Celîa Castîllo jî got, "8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, em vê rojê ji hilberînerê paradîgmaya azadiya jinê û mîmara felsefeya Jin Jiyan Azadî Rêber Apo pîroz dikin. Em azadiya Rêber Apo weke azadiya hemû jinên cîhanê dibînin. Ji bo vê heta ku azadiya fizîkî misoger bikin em ê li qadan bin."

Piştî qert hatin şandin jinan ji bo tevlî meşa 8'ê Adarê bibin ber bi qada meşê ve bi rê ketin.