BI DÎMEN

Li Kobanê 8'ê Adarê: Jin wê roleke dîrokî bilîzin

Di pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li Kobanê de peyama "Em di wê baweriyê de ne ku jin wê rola xwe ya dîrokî pêk bînin" hat dayîn.

8'Ê ADARÊ

Bi hezaran jinên Kantona Firatê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi dirûşma “Bi vîna jinên azad em ê polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” pîroz dikin. Jin di saetên sibehê de herikîn qada pîrozbahiyê û çalakiyan dest pê kir.

Di pîrozbahiyê de li nirxandinên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê jinan û rola wan a dîrokî de hate guhdarîkirin.

Piştre berdevka Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Zozan Bekir diyar kir ku bi saya keda salan a şehîdan ew 8’ê Adarê pîroz dikin û bi vê boneyê şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Zozan Bekir diyar kir ku bi pêşengiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê jinan gavên dîrokî ber bi mîsogeriya azadiya xwe ve avêtin û wiha pê de çû: "Nabe em di nîvê rê de bisekinin, pêwîstiya cîhanê bi vê yekê heye ku şoreşa jinan a li herêma me veguhere şoreşeke gerdûnî li hemberî hêzên paşverû yên ku ji hezarên salan ve şerê hebûna jinan dikin, têkoşînê xurt bikin. Em ê bixebitin heta ku tevahî jinên cîhanê vê rojê pîroz bikin. Bê guman naskirina girîngiya vê rojê bi xwendina ramanên Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ya ji bo azadiya jinan û civakan dibe."

Rêvebera Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Eyşe Efendî jî anî ziman ku ew ê xeta azadiyê ya jinan temam bikin û got: "Ruxmî êşên mezin em di wê baweriyê de ku dê jin rola xwe ya dîrokî vegerînin. Ji bo ku ev yek pêk were jî divê di hemû qadan de; leşkerî, siyasî, dîplomasî, civakî û hwd fedakariyên mezin werin dayîn. Em li vir in da ku bidin xuyakirin ku em amade ne di vê rêyê de bimeşin."

Piştî axaftinan, ji aliyê komên çand û hunerî yên Peymangeha Vajîn, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û komên din ve stran, şano û govend tên pêşkêşkirin.