Çalakiyên 8’ê Adarê: Qirkirina jinan û tecrîd hatin şermezarkirin

Di çalakiyên 8’ê Adarê yên li gelek bajaran hatin lidarxistin de komkujiya jinan û tecrîd hatin şermezakrin, berxwedana zindanan hate silavkirin.

Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re amadekariyên jinan dewam dikin.

RIHA

Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji girtiyên jin ên li girtîgehê re qert şandin. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer jî di nav de jin li Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) hatin cem hev û qertên ku dê bişînin amade kirin.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adle Fîdan li vir axivî û diyar kir ku ew ji bo xwedîderketina li girtiyên jin hatin cem hev û got, "8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz be." Piştre jinan qertên ku amade kiribûn ji Şaxa PTT'ê ya Karakopruyê şandin.

SERÊKANIYÊ

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî ji jinan ji girtyên jin re qert şandin. Jinên li ber Şaxa PTT'ê ya navçeyê kom bûn û jinên girtî re qert şand.Li ser navê jinan namzeta Hevşaredariyê ya Serêkaniyê Rahşan Yazici axivî. Rahşan Yazici da zanîn ku jinên Kurd ên di têkoşîna jinan de xwedî hêzeke pêşeng in, tevî her cure zext, tirsandin, binçavkirin û girtinan dest ji têkoşîna xwe bernedan û 8'ê Adarê li jinên cîhanê pîroz kir.

WAN

Li navçeya Payîzava ya Wanê bi wesîleya 8'ê Adarê civîna jinan hat lidarxistin. Di civînê de gelek jin, namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û aktîvîstên TJA’yê beşdarî civînê bûn. Piştî govenda li gel muzîkê, Neslîhan Şedal axivî.

Neslîhan Şedal diyar kir ku jinên Kurd bi salan e li ber xwe didin û got, “Ev têkoşîn ji bo jinên cîhanê bûye mînak. Em soz didin; em ê felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' belav bikin û têkoşîna xwe berfireh bikin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe em nikarin azad bibin. Jin wê li her derê berxwedanê bidomînin.”

Piştî çalakiya li Payîzava, Neslîhan Şedal û heyeta pê re derbasî taxa Xacortê ya navçeya Rêya Armûşe bûn. Piştî pêşandana sînevîzyona li ser têkoşîna jinan konsera dengbêjiyê hate lidarxistin.

ÎDIR

Meclîsa Jinan a TJA û DEM Partiyê li bajaroka Xoşxeberê ya Îdirê şahiya jinan li dar xist. Beriya şahiyê jinan ji bo mihrîcana ku di 8'ê Adarê de li navenda bajêr bê lidarxistin, belavok belav kirin. Piştre şahî li ber avahiya DEM Partiyê hate lidarxistin. Namzeta Hevşaredariyê ya Îdirê Nejla Kum, rêveberên bajêr, bajarokan û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Îdirê Oya Malgaz piştî govendê axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Di heman demê de tecrîdeke giran li ser gelê Kurd heye. Greva birçîbûnê ji bo rakirina tecrîdê li girtîgehan hatine destpêkirin didomin. Dayikên me nobeda edaletê ne."

Piştre namzeta Hevşaredariyê ya Xoşxeberê Emîne Yondem Kartal axivî. Emîne Yondem 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û got, "Li pêşiya me hilbijartinek heye. Ev hilbijartin tercîha jinan e. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin." Di mîhrîcanê de gul li jinan hatin belavkirin û piştî axaftinan bi gerandina govendê şahî bi dawî bû.

ŞIRNEX

Çalakî û şahiyên jinan a li Şirnexê didomin. TJA'yê li ber Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şaxa Şirnexê şahiya jinan pêk anî. Di şahiyê de jinan cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kirin û pankartên "Rengê herî xweş ê cîhanê rengê min e", "Ji tecrîdê re na" û "Jin, jiyan, azadî" hildan. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Dayikên Aştiyê û namzetên Havşaredariyê yên bajar û navçeyan beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Namzeta Hevşaredariyê ya Şirnexê Bêrîvan Kutlu piştî axaftina vekirinê axivî û got, "Dema ku em di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan, em ê ji komkujiyên jinan û talankirina xwezaya xwe re bêjin êdî bes e."

COLEMÊRG

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA'yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê civîna jinan li dar xist. Gelek jin û endamên partiyê jî beşdarî civînê bûn. Di civîna li buroya hilbijartinê ya navçeyê hat lidarxistin de Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut axivî û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û got ku ew ê bi hilbijartinê re têkoşînê bigihînin serkeftinê.

Civîn bi dirûşmên “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.

SEMSÛR

Li Semsûrê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi wesîleya 8’ê Adarê bi jinan re hatin cem hev. Li qada bajarê konteyniran ku Rêxistina DEM Partî ya Semsûrê lê ye, daxuyanî hat dayîn.

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partıyê Halîde Turkoglu, parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amed û Rihayê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "DEM a jinan vîna jinan e" hat hildan, Turkoglu di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan.Turkoglu got, “8’ê Adarê di heman demê de roja mezinkirina berxwedan û hevgirtina jinan e. Em hewl didin ku li Tirkiye û Kurdistanê hevgirtina jinan zêde bibe."

Turkoglu destnîşan kir ku hikûmetê gelek pirsgirêkên piştî erdhejê ji nedîtî ve hat û wiha domand: “Hikûmet bi polîtîkayên ku pêk neaîne, dixwaze pirsgirêan bide jibîrkirin. Lê em ê windahiyan me ji bîr nekin. Jin dixwazin bijîn, lê pirsgirêkên bingehîn ên wekî paqijî û stargehê hê jî didome. Hat gotin ku ji konan derbasî bajarên konteyniran bûye, lê ji ber ku binesaziya wê ne saxlem e, pirsgirêkên cidî derketine. Polîtîkayên ku jiyana mirovan dizîne tên avakirin. Hat ragihandin ku 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, lê Murat Kurum diyar kir ku zêdeyî 150 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Ev nîşan dide ku dane veşartine. Hikûmetê ji bo pêşîgirtina li felaketan tu carî hewl neda û niha jî nade. Em ji bo hevgirtinê hatin vir.”.

POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYA JINAN

Turkoglu bal kişand ser hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê û wiha berdewam kir: “Li Semsûrê mafê jiyaneke wekhev, azad û birûmet heye, lê li Semsûrê şert û mercên jiyanê yên mirovî nînin. Ev jî ji ber zîhniyeta berjewendîperest û talanê ya partiyên siyasî ye. Em dibêjin 'Em ê li ser bingeha mafê jiyanê bajarên xwe ji nû ve ava bikin.' Em weke jin li dijî zîhniyeta serdest a mêr bersiva xwe bi zelalî didin. Em ê nêzîkatiya rêveberiya xwecihî ya ku avahiyên li dijî erdhejê çêdike û jiyana mirovan esas digire ava bikin. Di encama polîtîkayên mêtinger ên hikûmetê de qetilkirina jinan berdewam dike. Herî dawî di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin lê ji hikûmetê yek daxuyanî jî derneket. Torên ku jin dixwazin pê bikin ji aliyê dewletê ve tên hedefgirtin, têkoşîn û xebatên wan tên astengkirin. Li Semsûr û gelek herêmên erdhejê  îstismara zarokan û qetilkirina jinan zêde bûne. Em ê di 8’ê Adarê de hevgirtinê mezin bikin. Em ji vê hikûmet û desthilatdariyê, zîhniyeta serdest a mêr re gelek tişt dibêjin. Em weke Meclîsa Jinan a TJA û DEM Partiyê dê parastina mafê jiyanê bidomînin. Em banga jiyaneke wekhev û birûmet dikin û di vê wateyê de em ê têkoşînê berfireh bikin.”

Piştî daxuyaniyê jinan bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ber bi bajarê konteynirê yê ku erdhejzede lê dimînin meşiyan. Heyet li bajarê konteyniran bi jinên erdhejzedeyan re hevdîtin pêk anîn û pirsgirêkên wan guhdarî kirin û pakêtên paqijiyê yên ku ji jinan re amade kiribûn radestî wan kirin. Jinan piştre çûn serdana malbat û gora Pinar Olmaz a ku di 23'ê Sibatê de li Guzelyurtê ji aliyê Ridvan Olmaz ê ku pê re zewicî hatibû qetilkirin.

AMED

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li taxa Erwalî ya navçeya Rezan a Amedê bernameyek li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, namzeta Hevşaredariya Rezanê Leyla Ayaz û Parlamentera Amedê Sevilay Çelenk û aktîvîstên TJA'yê beşdarî bernameyê bûn. Di çarçoveya bernameyê de gelek jinên taxên derdorê bi cil û bergên gelêrî şi xwe kiribûn hatin gel hev û li ber bi def û zirneyê govend gerandin. Şêniyên taxê jî dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.

'BÊ JIN JIYAN TUNE YE'

Leyla Ayaz a destpêkê axivî, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û got, "Hemû jin ji bo vê têkoşînê dimeşînin, spas ji bo ku hûn piştgiriyê didin têkoşînê. Saziyên me 2 serdem in di destê qeymeqamtiyê de ne. Em ê bi jinan re îradeya xwe biparêzin, baweriya me bi we, rengê xwe û bi “Wê dengê me bibihîzin” heye. Serra Bucak got, "Silav silav ji hemû jinên kedkar û têkoşer re. Bê jin jiyan nabe. Weke hûn jî dizanin pêvajoya hilbijartinê bi taybetî ji bo jinan gelekî girîng e. 31'ê Adarê wê ji bo me hemûyan bibe rojeke taybet." Piştre Sevilay Çelenk mafê axaftinê girt ji ber pêşwazîkirina germ û bi coş spasiya jinan kir û got, "Em girîngiya vê hilbijartinê dizanin, em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li vîna xwe derkevin. Çend roj beriya hatina vê derê Gulten Kişanak. û hevalên me yên din ên girtî jî silavên xwe ji we hemûyan re şandin û kêlî bi kêlî xebatên hilbijartinê şopandin."

'DÊ JIN AZAD BIBIN, WÊ TÊKOŞÎNA ME MEZIN BIBE’

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku hevalên jin ji bo têkoşînê bidomînin keda herî mezin dane û got, “Îro ev sîstem bi alîkariya desthilatdariya AKP-MHP’ê dibêje wê jin kîjan cil û berg li xwe bikin, jin wê çend zarokan bînin, kîjan saetê divê jin derkevin derve. Hefteya borî di nava rojekê de 8 jin hatin qetilkirin. Div¨were zanîn li ku derê jin lê hebe jiyan heye. Cihê ku mêr lê hebe şer, îstîsmar, koçberî û xizanî heye. Jinên ku jiyanê di dilê me de dihêlin helbet wê di 8’ê Adarê de hemû qadan dagirin. Me dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' ya ku gerdûnî bûye, me felsefe û ruhê têkoşînê ji xwe re kiriye pêşengî. Bi têkoşîna jinên Kurd re em ê li dijî hemû polîtîkayên tundî û êrîşên li ser jinan li vî welatî dibin hêza herî mezin û temînata herî mezin. Jin wê azad bibin, têkoşîna me wê mezin bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk jin wê bi dengên herî bilind dakevin qadan. Silavên me yên herî mezin ji bo dayikên me û yên di greva birçîbûnê de ne.”

Piştre banga mîtînga 8’ê Adarê li Qada Îstasyonê hat kirin.

DERSIM

Xeta Jinê beriya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Dêrsimê xebatên xwe didomîne.  Belavokên bi şiyara “8’ê Adarê ber bi qadan ve!” ji hêla Xeta Jinê hatibûn amadekirin, li navenda Dêrsimê hatin belavkirin. Di xebatê de hat destnîşankirin, "Em li dijî şerê taybet, tecrîd, dagirkerî û qirkirina jinê bi gotina 'xeta jinên xeta jiyanê ye' ji kampusan heta kolanan jiyana nû dirêsin û ber bi azadiyê ve dimeşin."

DERBARÊ XETA JINÊ

Jinên ciwan ên zanîngehê ji bo balê bikişînin ser rola jinên ciwan li dijî dagirkerî, tecrîd û şer, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê “Xeta Jinê” îlan kirin. Xeta Jinê ku li dijî êrîşa qirkirina sîstematîk a li ser hebûn û nasnameya jinê ya ji aliyê serdestiya mêr ve weke qada têkoşîna jinên ciwan hatiye ragihandin, li ser bingeha "xwebûn"ê têkoşîna jinan a rêxistinkirî û dewam dike.

ÊLIH

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê banga tevlîbûnê kir. Ji bo mîtînga 8'ê Adarê li Parka Jinê ya 8'ê Adarê bê lidarxistin, parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Zeynep Oduncu, namzeta Hevşaredariyê ya Êlîhê Gulistan Sonuk û aktîvîstên TJA'yê li sûka taxa Yeşîltepeyê hatiye vekirin, belavok kirin û banga tevlîbûnê mîtîngêkirin.

TJA ji aliyê jinan ve bi tilîlî, çepik û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Aktîvîstên TJA'yê diyar kirin ku ji bo mîtîng bi hêz bibe, çi ji destê wan tê dê bikin.