Rûniştina Meryem Şahîn a li ber kuştinê rûniştina doza wê hate kirin
Meryem Şahîn a ku li Hambûrgê hevjînê wê dikira bikuşta, doza wê hate kirin. Jinan beriya rûniştinê daxuyanî dan û diyar kirin ku şîddeta li ser jinan zêde bûye.
Meryem Şahîn a ku li Hambûrgê hevjînê wê dikira bikuşta, doza wê hate kirin. Jinan beriya rûniştinê daxuyanî dan û diyar kirin ku şîddeta li ser jinan zêde bûye.
Meryem Şahîn a ku di 1’ê Gulana 2020’an de hevjînê wê yê berê Kalender Erdogan hewl dabû wê bikuje, rûniştina doza wê hate kirin.
Jin li pêşiya dadgehê kom bûn û xwestin edalet pêk were.
Hambûrg ATÎK, Yenî Kadin, Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê jî di nav de nûnerên sazî û dezgehên jinan û Hevseroka Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr tevlî daxuyaniyê bûn.
Ozdemîr diyar kir ku bi şewbe re şîddeta li ser jinan zêde bûye û ji serê salê heta niha 8 jin hatine kuştin.
Parêzvana mafên jinan û rojnameger Anna Bender jî diyar kir ku şîddeta li ser jinan ji sedî 8’an derketiye sedî 23.
Hate diyarkirin ku wê rûniştina Şahîn di 22’ê Sibatê de bidome.