Rûniştina doza rojnameger Canozer hate taloqkirin

Rûniştina doza li Amedê ya rojnameger Canozer hate taloqkirin.

Derbarê rojnameger Bêrîtan Canozer de bi îddîaya ‘endama rêxistinê ye’ doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hate dîtin. Bersûc Mehmet Salîh Ateş û Baran Aslan ên ku derbarê Canozer îfade dane jî bi rêya SEGBÎS’ê îfade dan.

Bersûc Mehmet Salîh Ateş û Baran Aslan diyar kirin ku îfadeya wan bi êşkenceyê hatiye îmzekirin.

Parêzer Resûl Tamûr jî diyar kir ku bersûcan îfadeyên xwe bi paş ve kişandine û beyanên Canan Ceylan û Rifai Îpek jî hevdu nagire.

Dadgehê biryar da ku bila beyana Canan Ceylan were tespîtkirin û rûniştin taloq kir.