RONAK'ê li ser rewşa jinan a li Îranê konferansek lidar xist

Federasyona Jinên Rojhilatê Kurdistanê (RONAK), li ser pirsgirêkên jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li paytexta Swêd Stockholmê konferansek lidar xist.

Konferans bi du beşan pêk hat û di her beşê de 4 panelîstên Faris, Kurd, Swêdî û Baskê, li ser mijarên cuda pêşkêşî kirin. Bi taybetî li ser rewşa jinên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hat rawestîn. Panelîstan bal kişandin ser şîdeta bi rêya qanûnan û bi zîhniyeta mezhebî û mêrsalarî li jinan û civakê tê kirin.

Beşdaran destnîşan kirin, ku rêya çareserkirina van pirsgirêkan xwebirêxistinkirina jinan e û Rojavayê Kurdistanê jî weke modela çareseriyê hate nîşandan.

Rohash Şêxo di rûniştina duyemîn a konferansê de li ser modela çareseriyê axivî. Rohash Şêxo bal kişand ser rêxistiniya Kongreya Star a li Rojavayê Kurdistanê û ev nirxandin kir: "Di destpêka şoreşê de jin hem tevlî şoreşê bûn hem jî xwe bi rêxistin kirin. Li ser bingeha paradîgmaya demokrasî, ekolojî û azadiya zayendî de jinan, di bin sîwanê Kongreya Star de li hemû bajar, navçe, gund û taxan xwe bi rêxistin kirin û bûn hêza guherîn û veguherînê."

Şêxo işaret bi rêxistiniya jinan a li qada xweparastinê jî kir û got, "Di şerê dijî DAIŞ'ê de cîhanê şahîdî ji hêza jinên Kurd re kir." Şêxo di dawiya axaftina xwe de diyar kir, ku Kongreya Star ne tenê sîwana xwerêxistinkirina jinên Kurd e, lê jinên Ereb, Asûrî-Suryanî, Çeçen jî di nav de cih digirin.

Di konferansê de her wiha projeya gundê jinan 'JINWAR' bi rêya sînevîzyonê hate nasandin û bang li beşdaran hate kirin, ku piştgiriyê bidin vê qada azad a jinan.

Konferans bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî" qediya.