Rojnamevanên jin kevneşopiya çapemeniya Kurd pîroz kirin

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, salvegera 123'an a çapemeniya Kurd pîroz kirin û gotin, "Bi biryardariya wê yekê ku sedsala 21'ê bikin serdama azad a jinê, em ê rêwîtiya xwe dewam bikin."

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê peyameke pîrozbahiyê weşand û got, "Îro salvegera 123'an a destpêkirina weşana rojnameya Kurdistanê ye. Rojnameya Kurdistanê ku 22'ê Nîsana 1898'an ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li paytexta Misir Qahîreyê hate weşandin, yekemîn rojnameya bi Kurdî bû. Ji hingî ve kevneşopiya çapemeniya Kurd dewam dike. Ji sala 1973'an û vir ve weke 'Roja Rojnamevanên Kurd' işaret bi çapemeniya Kurd tê kirin, di heman demê de rojnamevanên li ser şopa vê kevneşopiyê şehîdên çapemeniyê bi bîr tînin û destnîşan dikin ku wê rêwîtiya xwe ya li ser şopa rastiyê dewam bikin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di dîroka çapemeniya Kurd de li gel kuştin, windakirin, sansur, binçavkirin, girtin û gelek rê û rêbazên cuda yên zextê jî rojnamevaniya Kurd paşve gav neavêt û dîroka rojnamevaniyê ji nû ve nivîsand, dinivîsîne. Li gel 'rojname' û 'rojnamevanên' serî ditewînin, çapemeniya Kurd her demê bi biryardariya 'rojnamevaniya rastiyê' tevgeriya."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi navê rojnamevanên jin ên Kurd li ser şopa vê kevneşopiyê wê berpirsyariya xwe ya meşa li ser şopa rastiyê bi cih bînin, pênûsa xwe radestî desthilatdariyê nekin û bi biryar in ku sedsala 21'ê bikin sedsala serdema azadiyê ya jinê.

Di dawiya daxuyaniyê de Roja Rojnamevaniya Kurd li her kesên di çapemeniya Kurd de ked dane hate pîrozkirin.