'Rojnamevanên jin ên Kurd wê dudil nebin'
Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Roja Rojnamevanên Jin a Kurd pîroz kir û diyar kir, "Di lêgerîna rastiyê de em dudil nebûn, ji niha û pê ve jî em ê dudil nebin."
Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Roja Rojnamevanên Jin a Kurd pîroz kir û diyar kir, "Di lêgerîna rastiyê de em dudil nebûn, ji niha û pê ve jî em ê dudil nebin."
Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê bi wesîleya Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lêgerîna li rastiyê ku derhênera destpêkê ya çapemeniya jinê ya li Tirkiyeyê Gûrbetellî Ersoz bi jiyana xwe ji rojnamevanên jin ên Kurd re weke mîrate hişt, mîna doh wê îro jî rêya me ronî bike."
Platformê diyar kir, ku polîtîkaya tunekirinê ya ku ji aliyê desthilatdaran ve bi salan li ser gelê Kurd hate ferzkirin, vê demê bi rêbazên cuda tê meşandin û destnîşan kir ku di lêgerîna rastiyê de ew ti carî dudil nebûn, ji niha û pê ve jî wê dudil nebin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê demê de ku civak ber bi tarîtiyê ve hatiye dehfdan, bi navê rojnamevanên jin em ê 'ronahiyê' bigihînin civakê."
Di dawiya daxuyaniyê de roj li hempîşeyên rojnamevan ên jin ên Kurd hate pîrozkirin û rojnamevanên ku di oxira rastiyê de jiyana xwe feda kirin bi rêz û hesret hate bîranîn.