Sekreteriya Giştî ya Karên Çapemenî-Weşanê ya Jinan a Herêma Kurdistanê û Ajansa Nûçeyan a Jin (Jinha) ji bo pêkanîna xebatên hevpar protokol îmze kirin.
Rayedarên Sekreteriya Giştî ya Karên Çapemenî-Weşanê ya Jinan a Herêma Kurdistanê û rojnamevanên JINHA li buroya Amedê ya JINHA’yê protokolek bi hev re mor kirin. Jinên Kurd li ser rojnamevaniya jinên Kurd sohbetekkurt kirin. Sekreteriya Giştî ya Karên Çapemenî-Weşanê ya Jinan a Herêma Kurdistanê û rojnamevanên jin ên JINHA’yê ji bo projeyên hevpar û parvekirina ezmûnan û piştgiriya bi hev re protokol îmze kirin.
Sekretera Giştî ya Karên Çapemenî-Weşanê ya Jinan a Herêma Kurdistanê Çîmen Kanîke û Rêvebera JINHA’yê Hazal Peker li ser navê rojnamevanên jin ên Kur protokol îmzekirin. Di daxuyaniya hate dayîn de hat diyarkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan û serkeftina têkoşînajinên Kurd, divê hemû rojnamevanên jin ên Kurd bi hev re bixebitin. Morkirina protokolê ji aliyê gelek endamên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê ve hate şopandin.