Rojnamevanên jin ên girtî peyam dan

Rojnamevanên di serdegirtinên 8’ê Hezîranê de yên li Amedê hatin destgîrkirin û di 16’ê Hezîranê de hatin girtin, daxwaza mezinkirina piştevaniyê kirin.

Ji 20 rojnamevanên di 8'ê Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn destgîrkirin 16 jê di 16'ê Hezîranê de hatibûn girtin. Ji rojnamevanên jin ên girtî, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, rojnamevan Neşe Toprak, Elîf Ungur û Remziye Temel ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê ku lê girtî ne, peyam şandin.

Safiye Alagaş, diyar kir ku bi girtinê re JINNEWS a ku têkoşîna jinan nîşan dide hatiye hedefkirin.

Alagaş da zanîn ku ew bi rojnamevanên girtî re di nava piştevaniyê de ne û hemû kesên ku bi israr rojnamevaniyê diparêzin silav dikin û got: "Êrîşên li ser ajansa me derbasî qonaxekê bûye û ev tişt nîşan dide ku dewleta serdest a mêr çiqasî ji hêza jinê ditirse. Sedema sereke ya tepisandina JINNEWS'a ku dengê jinên li welat tên qetilkirin e, her beşê ku rastî binpêkirina mafan tê, zarok û hemû gelên bindest hewldana tinekirina jinan û rengê wê ye. Helbet em ne xerîbê van pêvajoyên ku em tê de ne, lê em vê rewşê jî qebûl nakin. Li cihê ku zilm lê hebe jin her tim dadikevin kolanan û hewl didin dengê xwe bigihînin hemû cîhanê, lê em weke ragihandina vî dengî li her qadê bi kamerayên xwe amade bûn. Niha piraniya rêxistinên jinan pêwîste dezgehên jinan biparêzin. Em di wê baweriyê de ne ku parastin û xwedîderketina li rojnamevaniyê wê mezin bibe. Bi hêviya rojên ku ez ê dîsa bi hevkarên xwe re derkevim pey nûçeyan..."

Peyama Neşe Toprak jî wiha ye: "Divê li derve piştevaniya bi rojnamevanan re berdewam bike. Em niha li hindûr pirtûk dixwînin, wêne xêzdikin. Lê belê rayedarên girtîgehê pênûsên boyaxkirinê nadin. Lê belê tu tişt li ber me asteng nîne. Em ê di her şert û mercan de hem binîvsînin û hem jî xêz bikin."

Remziye Temel jî got: "Moral û motîvasyona me di cih de ye. Em dizanin ku em mafdar in. Em tenê hempişeyên xwe meraq dikin. Divê di her şert û mercan de em xebatên xwe bidominin."

Elîf Ungur di peyama ku şandi de bal kişand ser piştevaniyê û wiha axivî: "Em dizanin ku piştevanî me mezin dike û em kesên ku di nav piştevaniyê de bûn spas dikin."