RJAK: Em hemû Leyla Guven in

RJAK’ê bi daxuyaniyek çapemeniyê piştgiriya xwe ji bo çalakiya greva birçîbunê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ragihand. RJAK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser hemû jinan e.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li bajarê Kerkûk têkildarî tecrîd û grevên briçîbûnê daxuyaniyek da çapemeniyê.  RJAK’ê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir, çalakiya Leyla Guven silav kir û piştgirî da çalakiyên greva birçîbûnê.

Daxuyanî ji aliyê endama encûmena RJAK ya Kerkûkê Soma Ferhad ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Beriya 20 salan bi komployek navnetewî Rêber Apo dîl hat girtin û radestî dewleta faşîst ya Tirkiyeyê hate kirin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an tecrîdek giran li ser Rêber Apo tê meşandin. Kilîla çareseriya doza rewa ya gelê Kurd û pirsgirêkên navçeyê bi azadiya Rêber Apo ve girêdaye. Eger tecrîd bandorek mezin li gelan kirîbe, bê guman zêdetirî vê bandorê li jinan kiriye.

Em jinên azad, azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe û tecrîda li ser Rêber Apo jî weke tecrîda li hemberî xwe dibînin. Berxwedana parlamentera Kurd Leyla Guven di roja xwe ya 34’an deye. Her ku diçe ev berxwedan mezin dibe. Li zindanan û her çar parçeyên Kurdistanê ev berxwedan mezin dibe. Pêwîste herkesê xwedî wijdan dengê xwe bilind bikin û em dibêjin ‘Em hemu Leyla Guven in.’"