RJAK: Em ê ruhê Jin, jiyan, azadî bidomînin

RJAK’ê salvegera berxwedana Jin, jiyan, azadî silav kir û got “Em ê vî ruhî bidomînin. Felsefeya Jin, jiyan, azadî bû manîfestoya Rojhilata Navîn û dinyayê.”

Ji ser qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û destpêkirin serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re salek derbas dibe. Di xwepêşandanan de zêdetirî 500 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî hatin girtin û birîndar bûn. Her wiha 4 xwepêşander jî hatin darvekirin.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya salvegera Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya RJAK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

 “Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku salek tijî ji êş, sekneke berxwedêr, fedayane û serkeftî li pey xwe hişt. Di serî de li mîmarê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêber Apo pîroz dikin û di şexsê Jîna Emînî de, tevahî jinên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine û mirovên azadîxwaz pîroz dikin.

Di herîkîna dîrokê de ji bo parastina nirx, îrade û azadiya xwe, gelek jinên xwedawend, pêşeng û navdar derketin ser dîka dîrokê. Li Rojhilatê Kurdistanê jî, weke berdewamiya vê xeleka jinên navdar û fermandeyên azadiyê yên pêşeng ku serê xwe ji zilm, hişmendiya zilamsalar û desthilatdarî re netewand û bûn çirûska ji bo wan jinan û civakên ku di nava tarîtiyê de dijiyan, Jîna Emînî bû. Wê jî ji bo vîn û azadiya xwe wekî jineke serê xwe, ji ketxwariya dîrokê û hişmendiya faşîst re netewand. Wê jî dizanî ku wek û berdelê azadiyê giran e, lê wê helwestek comerdane nîşan da. Ew hestên fedayane ku îlhama xwe ji felsefeya Rêber Apo digirt nîşan da.

Rêber Apo dibêje, ‘Eger azadî hêsan bûya Bêrîvan û Ronahiyan xwe nedişewitandin.’ Qetilkirina Jîna Emînî jî berdêlek giran bû. Her çendî bi êş be jî, wê ruhê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind kir û li tevahî cîhanê belav kir, bû avakara ruhê hevgirtinê li dijî faşîzm û desthilatdariyê. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû manîfestoyek di Rojhilata Navîn û cîhanê de.

Ji bo bi dawîanîna li hişmendiya zilamsalarî û pêşîlêgirtina tundûtijiya li ser jinan, em jî wekî Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), soza berdewamî û bilindkirina ruhê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û têkbirina pergala zilam-dewlet didin.”