RJAK’ê li Kerkûkê semîner da jinên ciwan

Endama Komîteya Rêveber a RJAK’ê Sara Reza di semînera Kerkûkê de got, “Divê em jin pêşengiya vê têkoşînê bikin. Heta jin azad nebe civak azad nabe.”

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li Kerkûkê bi sernavê ‘Em bi felsefeya Jiyan, Jiyan Azadî têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jinê bidomînin’ li taxa Şorce ya Kerkûkê semînerek pêşkêşî 20 xwendekarên keç hat kirin.

Semîner ji aliyê Endama Komîteya Rêveber ya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Sara Reza ve hate dayîn. Piştî semînerê pirtûkên Jineolojî, Sedsala 21’ê Sedsala Jinê ye, Malbat û pirtûka gotaran a Şehîd Nagîhan Akarsel ya bi navê ‘Lêgerîna Heqîqetê’ li beşdaran hatin belavkirin.

Sara Reza di semînerê de got; “Em îro keyfxweşin ku di 25’ê Mijdarê de wek RJAK’ê me karî semînerek bidin zêdetirî 20 xwendekarên keç yên Kerkûkê. Semînera me di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de bû. Ji ber ku jin li her derê cîhanê bi tundiyê re rûbirû ne.”

Di dawiyê de Sara Reza got ku semînera îro di çarçoveya dîroka jinê, têkoşîna jinê, têkoşîna îro ya azadiya jinê di nava Partiya Karkerên Kurdistanê bû û wiha got,  “Divê em jin pêşengiya vê têkoşînê bikin. Heta jin azad nebe civak azad nabe.”