Rêxistinên jinan li ser berdana Orhan kapmanya da destpêkirin

Rêxistinên jinan li dijî berdana çawîşê pispor Mûsa Orhan ê ji ber destavêtina Îpek Er hate girtin û berdan li ser tevna dijîtal bi etîketa ‘TecavuzSuçtur Aklanamaz-TecawizSuce nayê pakirin’ dest bi kampanyayekê kirin.

Rêxistinên jinan bi armanca nerazîbûn nîşanî biyara berdana çawîşê pispor Mûsa Orhan ê li navçeya Qubîn a Êlihê destavêtibû Îpek Er û piştî wê xwe întixar kiribû li ser Twîtterê bi etîketa “#TecavuzSuçtur Aklanamaz” ‘TecawizSuce nayê pakirin’ hashtagek dan destpêkirin.

Parvekirinên rêxistinên jinan wiha ne:

Kampus Cadilari: Tecawizkar li kolanên vî welatî destê xwe dihejîn û bi rayeya rêveberên dewletê digerin!

Piştevaniya Xemir (Mor): Bêcezatî polîtîkaya dewletê ye. Qetilkirina jinê polîtîk e. Sûcdaran pak nekin, bidarezînin, sûcdaran neparêzin, Peymana Stenbolê pêk bînin! Mûsa Orhan bigirin.

Meclîsên Jinan a DBP’ê: Em hişmendiy tecawizkar û qatil nas dikin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê: Peymana Stenbolê ya ku desthilat û rêveberên wê dike hedef, dibêje ku tecawizkar sûce nayê pak kirin. Yên ku peymanê dikin hedef baş pêk bianîba, wê Mûsa Orhan nehatiba berdan.

Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê: Peymana Stenbolê wê hewldana tundiya li ser jinê berteraf bike, rêveberên dewletê, erkdar û kesên li ser navê dewletê kar dikin, wê li gorî pîvanan tevger bikirba.

Kolektîfa Jinan a Zanîngehan: Em şevê, kolanan û qadan naterikînin. Ne edaletê mêr, edaleta rast dixwazin! Heta azad nebin wê hêrsa me ya azadiyê kêm nebe!

Rizgariya Jinan: Rayedarên dewletê yên tecawizê weke şêweyeke yê êşkenceyê bikar tîne, dîsa heta endamên darazê yên bê cezatiyê weke parçeyek yê polîtîkayê didomînin; Em jin dewlet-mêr baş nazdikin. Mûsa jî Zeynal jî ne yek berpirs in.

Jinên Ciwan ên Azad: Dewleta serdest a mêr a ku çawîşê pispor Mûsa Orhan berdayî bi qasî tecawizkar sûcdar e! Çavê xwe li qetilkirina jinan negirin, yên ku peymana Stenbolê asteng dikin, mîna qatilê Îpekê qatilê hemû jinan in!

Jin ên EMEP’î: Mûsa Orhan ê li Êlihê destavête Îpek Er û ber bi întixarê ve bir hate berdan!Li dijî tecawizkar û yên qatilên jinan diparêzin îsyana me heye!Bêcezatî ji bo hemû jinan peyamek e, em vê qebûl nakin!