Rêxistinên Jinan ên Swîsreyî destek dan Guven

Rêxistinên Jinan ên Swîsreyê peyamek weşandin û destek dan Leyla Guven ku 59 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Beriya Greva Jinan ku wê 14'ê Hezîrana 2019'an li gelemperiya Swîsreyê pêk were, sazî û rêxistinên jinan li hev kom bûn û piştgirî dan Parlamentera HDP'ê ya Colemêrg Leyla Guven ku 59 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Komîteya Amadekar a Greva Jinên Swîsreyî ya 2019'an ku Meclîsa Jinan a Bêrîtan û Komîteya Pira Xwişk-Biratiyê ya Zurîch-Amed jî di nav de ne, li ser girtin, êşkence û binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê nameyek ji Konsolosxaneya Tirk re şandin.