Rêxistina Efûyê: Tirkiye divê peymana Stenbolê bi cih bîne

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî got vekişîna Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê wê ji bo bi milyonan jin û zarokên keçik encamên kambax bîne.

Rêxistina  Efrûyê ya Navnetewî derbarê nîqaşên vekişîna ji Peymana Stenbolê ya Tirkiyê daxuyanî da.

Rêxistinê bang li AKP'ê kir ku li şûna ku ji peymanê vekişe divê peymanê bi rengekî bêkêmasî peymanê bi cih bîne.

Rêxistina Efrûyê zêdebûna tundiya li ser jinan û zarokên keç bi bîr xist û got di serdemeke wiha de nîqaşa vekişînê ya peymanê fikaran bi wan re çêdike.

Bi berdewamî hate gotin,''Vekişîna Tirkiyê ya ji peymanê ji bo bi milyonan jin û zarokên keç ên li welêt, hem jî ji bo êrîşên zayendî û  ji bo rêxistinên ku  desteka jiyanî didin jinên ku ji tundiya navmalî sax mane, wê encamên kambax bîne. Nîqaşa vekişîna ji peymanê bi xwe jî, li ser ewlehiya jinan û zarokên keç bandoreke giran dike.''

Dawiyê di daxuyaniyê de hate gotin li şûna ku bibe dewleta pêşî ya endama Konseya Ewropayê ya ku ji peymanê vedikişe, dive Tirkiye peymanê bêkêmasî bi cih bîne û ji bo ku mafê jinan û zarokên keç baştir biparêze û bi pêş bixe tevbigere.