'Rewşa Awarte herî zêde bandor li jinan kir'

Endama Platforma Hiqûqnasên Azad parêzer Sevda Aydin diyar kir ku di nava Rewşa Awarte de rêjeya şîdeta li jinê gelekî zêde bûye.

Endama Platforma Hiqûqnasên Azad parêzer Sevda Aydin, şîdeta di Rewşa Awarte de li jinê tê kirin ji ANF'ê re nirxand. Aydin diyar kir ku beriya ragihandina Rewşa Awarte jî li Kurdistanê şîdeteke giran li jinên Kurd dihate kirin, lê bi Rewşa Awarte re ev şîdet gelekî zêde bû.

Aydin bi bîr xist, Rewşa Awarte ji bo bêdengkirin mûxalîfan û nixumandina zext û zordariyên li Kurdistanê tên kirin ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve hate ragihandin û da zanîn ku li gel şîdeta mêr, şîdeta dewletê ya li jinê jî di vê demê de gelekî zêde bûye.

Aydin da xuyakirin ku jinên Kurd di encama têkoşîna dehan salan gelek destketî, mîna sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev li rêveberiyên herêmî bi dest xistin û got, "Ev destketiyên mezin û bêhempa yên jinên Kurd di nava şevekê de bi Rewşa Awarte re ji aliyê kesên ku Rewşa Awarte ragihandin ve hatin desteserkirin. Navendên jiyanê û stargehên jinan hatin girtin û li hinek ji wan jî mêr weke midûr hatin bicihkirin. Bi kurtasî; hikumet bi rêya Rewşa Awarte dixwaze dengê me bibire, çav li me bitirsîne û bi desteserkirina destketiyên jinan re pêşî li pêşketina jinê bigire."

'LI DIJÎ ZÎHNIYETA MÊR A TOPYEKÛN PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNÊ HEYE'

Di dewama axaftina xwe de Aydin da zanîn ku li gel zêdebûna şîdeta li jinê, zîhniyeta erk û newekheviyê ya navbera jin û mêr, li her qada civakê serdest dibe û destnîşan kir ku têkoşîna herî watedar a li dijî şîdeta li jinê, têkoşîna ji bo tinekirina vê zîhniyetê ye. Aydin ragihand ku jin bi xurtkirina piştevaniya xwe dikarin vê tekoşînê geş bikin û got, "Yanî li gel têkoşîna li dijî mêrên xwedî vê zîhniyetê, girîng e bi awayekî topyekûn jî têkoşîn li hemberî vê zîhniyetê were kirin."

Sevda Aydin bal kişand ser girîngiya hebûna jinê ya li qada aboriyê û got, "Ji aliyê aborî ve heta ku jin xurt nebe, wê timî bi mêr ve girêdayî be, nikaribe mekanîzmayên hiqûqî bixe dewrê ya jî nikaribin ji mafên xwe haydar be. Ji ber vê yekê divê pirsgirêk bi rengekî hevgirtî bê dîtin û têkoşîn jî li gorî wê yekê bê dayin."

Di dawiya axaftina xwe de Aydin ji hemû jinên ku şîdet li wan tê kirin xwest, serî li Platforma Hiqûqnasên Azad bidin.