Rêjeya bûkên zarok zêde dibe

Rêjeya bûkên zarok zêde dibe

Ji Uçan Supurgeyê Sevna Somuncuoglu diyar kir ku di dema desthilatdariya AKP’ê de zewacên di temenê zarokatiyê de zêde bûne û diyar kir ku komîsyona di Meclîsa Tirkiyeyê de hatiye avkarkirin tu xebatekê nameşîne. Somuncuoglu li vî welatî ji sedî 28 rêjeya zewacê di temenê zarokatiyê de zêde dibe.

Pirsgirêka bûkên biçûk hem li Cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê pir zêde tê dîtin û ji bo vê jî pêngav nayên avêtin. Rapora UNICEF ya îsal, diyar dike ku li cîhanê 400 milyon jinên di navbera temenê 25-49’an de di temenê zarokatiyê de zewicîne. Tenê li Nexewşxaneya Amedê ya Zayinê di sala 2010’an de 573, di sala 2011’an de 520 û îsal ji di 8 mehên pêşî de 1286 jin di temenê 18 salî jêrtir de bûne dayik. Penaberên Tirkiyeyê û li welatên koçber dikin jî heman pirsgirêkê dijîn. Mînak li gorî rapora Wezareta Malbatê ya Almanyayê, di zewaca bi darê zorê de, penaberên Tirkiyeyî di rêzên yekemîn de ne. Ji çar bûkên zarok yek jê Tirkiyeyî ye. Li Almanyayê her sal 3 hezar ciwan bi zorê tên zewicandin. Ji van ji sedî 30 temenê wan di bin 18 saliyê de ne. Ger dewlet tedbîrênegirin heta sala 2020’an dê 100 milyon zarok bibin bûk. Zarokên temenê wan di bin 15 saliyê de di dema zayinê de rîska wan a mirinê heye. Her wiha zaroka dayikek temenê wê di bin 18’yê de jî rîska mirina wê heye. Ligorî dayikek 19 salî şîrmija jina 18 salî di rîskê de ye.

JI SEDÎ 28 RASTIYÊ NÎŞAN DIDE

Uçan Supurge bi biryara Netewên Yekbûyî (NY) îsal cara yekemîn di 11’ê cotmehê de Roja Keçikên Cîhanê pîroz kirin û di vê rojê de Platforma Netewî ya Ji Bûkên Zarok re Na’ hate sazkirin. Platform dixwaze ku li dijî vê pirsgirêkê têbikoşe û bang li saziyan kir.

Koordînatora giştî ya Komeleya Lêkolîn û Têkiliyê ya Uçan Supurge Sevna Somuncuoglu der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî. Somuncuoglu wiha got: “Komele di 2003’an de ava bû. Der barê mijara bûkên zarok de xebata dimeşîne. Me projeya bûkên zarok li 54 navendan meşand. Ji bajarên kurd û tirkan mirov hatin gel hev.”

Somuncuoglu wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 2011’an de dema ev proje qediya me dît ku pirsgirêkên cuda hene û ev pisrgirêk ji mamoste, malbat, doktor, parêzer, memurên mehrê, qeymeqam û hikûmetê pêk tê. Me dît ku ev pirsgirêk bi piştevahiya navbera dîsîplînan pêk tê. Ji bo çareseriyê em bi saziyên jinan, rêxisinên mafê jinan, navendên lêkolînê yên zanîngehan û pisporên xizmeta civakî re hatin cem hev. Tenê armanca me ev bû ku pirsgirêka hevpar a mijara bûkê biçûk çi ye em derxin holê.”

Somuncuoglu da zanîn ku rêjeya Bûkên Biçûk li Tirkiyeyê ligorî Lêkolîna Tenduristî û Nifûsê ya Tirkiyeyê ji sedî 28 e û wiha got: “Lê lêkolînek der barê vê de nehatiye kirin. Kesê hevdîtin dê pêre bê kirin temenê wan di ser 15’yê re hatine diyarkirin. Ji ber vê divê lêkolîneke berfireh bê kirin.”

POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê HEJMARÊ ZÊDE DIKE

Somuncuoglu wiha pê de çû: “Lêkolîneke baş derbarê vê de tune. Di dema AKP’ê de pirsgirêk zêde tune. Di encama xebatên me yên qadê de em dikarin bêjin ku di dema AKP’ê de hejmara bûkên biçûk zêde bûye. Ev 10 salên dawî ye zarokên biçûk bêyî temenê wan yên qanûnî bê tên zewicandin.

HIKÛMET PÊNGAV NAAVÊJE

Somuncuoglu diyar kir ku hikûmeta AKP’ê di vê mijarê de polîtîkayan pêşve nabe û da zanîn ku di salên dawî de di encama xebatên wan û rêxistinên sivîl dane meşandin de derketiye holê ku hikûmet li hemberî pirsgirêkê bê denge. Somuncuoglu wiha got: “Komîsyona Wekheviyê ya Mêr û Jinê ya Meclîsê (KEFEK) komîsyonek alîkar ava kir û raporek amade kirin. Lê hêj pêşniyarên wan yên bo çareseriyê tune. Di demên dawî de Midûriyeta Giştî ya Statuya Jinan got dê Yekineya Zewaca Zû ava bike lê hêj xebat tune. Pirgirêka bûkên biçûk divê weke herêmî neyê nirxandin. Ev rastiyeke giştî ye. Li rojhilatê Tirkiyeyê (bakûrê Kurdistan) zêdetir e, lê li herêma Anatolyaya navîn jî ev problem pir zêde tê dîtin.”

Somunoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: “Zewaca zarokatiyê pirsgirêkek global e. Ev pirsgirêk li Rojhilata Navîn û Efrîkayê zêde bûye. Dema mirov diçin Ewropayê pergalek gelek baş heye. Mirov dîbînin ku li welatê me pirsgirêkek cidî heye. Dema mirov diçin Afrîkayê û Rojhilata Navîn mirov vê baş dibînin.”

'TECAWUZ, XWEKUJÎ, CÎNAYET

Somuncuoglu da zanîn ku dema zarokek zewac lê tê ferzkirin pirsgirêk tên dîtin û wiha got: “Her zewaca zarokekî rê li encamên xerab vedike. Li gorî kesan encamên cuda dertên. Hinek kes kesên ku pê re zewicibe nas bike jî jê hez nake, hinek ji ber ku bi zorê hatine zewicandin, roja destpêkê rastî tecawîza hevserê xwe tê. Hinek li ser maseya emeliyatê dimirin û hinek jî nizanin zarokên xwe xwedî bikin. Ji ber vê jî tenduristiya zarokê dikeve xeteriyê. Li malê tên hepskirin. Rastî tundiyê tên. Carna jî dibin qurbana cînayetan.”