Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah diyar kir ku rêveberiya Rojavayê Kurdistanê di destê Kurdan de ye û got; “Em di hemû meclîs û komîteyan de ji sedî 40 kotaya jinan pêk tînin. Lê li hin deran ev ji sedî 40 zêdetir e. Jixwe ji ber birêxistinbûna jinê ewqas zêde ye gelek cihan ji ber xebata ji sedî 90 a jinan, jin kotaya ji sedî 40 derbas dikin.” Ebdullah diyar kir ku weana seferberiya perwerdehiyê dane destpêkirin, lê pirsgirêka wan a dermanan hene. Hevseroka PYD’ê di hevpeyvîna da ANF’ê de ji muxalîfên Sûriyeyê re got; “Bi proje ve werin.”
Asya Ebdullah ev bo salan e bi awayek aktîf di nava siyaseta Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de dixebite. Di 5’emîn Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de li gel Salih Muslîm bû hevseroka partiyê. Asya ji navçeya Dêrka Hemko ye. Asya Ebdullah a ku 41 salî ye, demek dirêj neçar maye ku ji ber zextên rejîma Esad bi awayeke îllegal bijî.
Mamoste Osman, Bavê Cûdî, Ehmed Huseyîn çend ji rêveberên PYD’ê yên ku di girtîgehên Sûriyeyê de bi îşkenceyê hatine qetilkirin. Nazliye Ehmed Keçel di sala 2004 li Efrînê gava xebatên jinan dimeşand, hate giritn, ji wê rojê heta îro tu agahî jê nayê wergirtin. Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah ji bo beşdarî Şêwra Neteweyî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ji aliyê KNK’ê ve hefteya borî li Parîsê hate lidarxistin, hate Ewropayê û di hevpeyvîna da ANF’ê de behsa têkoşîna PYD’ê kir.
Rêbera PYD’ê da zanîn ku ji ber lihevkirinên Tirkiye û Sûriyeyê wana bi şert û mercên pir dijwar re têkoşîna xwe meşandine û diyar kir ku wana xwe ji nava gel bi rêxistin kiriye û li Kurdistanê dest bi pratîzekirina Xweseriya Demokratî kirine û got ku ev yek ji bo demokrasiya Sûriyeyê jî pêşengiyek e. Asya Ebdullah da zanîn ku komîteyên tendurîstî, perwerde, ewlekarî û gelek aliyên din hatine avakirin û got;”Yekem car e ku gel bê dewlet xwe bi rê ve dibe.” Asya Abdullah pirsên me bersivand:
Hûn hewaya konferansê û hewldana KNK’ê çawa dinirxînin?KNK saziyeke bilind a neteweyî ya Kurdan e. Îro berpirsyariyek mezin a KNK’ê li hemberî şoreşa Rojava heye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, nirxandina Rojavayê Kurdistanê, di hemû aliyan de , desteka wan divê. Biryarên hevbeş ên ku werin girtin, girîng in. Hemû hêzên siyasî têde hene. Hem ji Rojavayê Kurdistanê û hem jî ji hemû parçeyên din ên Kurdistanê. Ji bilî Kurdan jî temsîla gelên din jî têde heye, wek gelên asurî, suryanî, ermenî, mêvanên biyanî hene. Civînek bi vî rengî, di vê dema hesas de li cihek weke Parîsê û li ser mijara Rojavayê Kurdistanê girîng e û em weke gaveke dîrokî dinirxînin.
Hûn demek dirêj e ku di nava siyaseta Rojavayê Kurdistanê de aktîf in. We bawer dikir ku dê şoreşek bi vî rengî li Rojavayê Kurdistanê çêbibe?Li Rojavayê Kurdistanê ev demek dirêj e em weke partî di warê siyasî de dixebitin, piştî salên 2000’an û şûn de dixebitin. Ji bo têkoşîna me ya siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê heta salên destpêkê salên herî zehmet bûn. Di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de li peyman pêk hatin. Em dikarin bêjin ku ev lihevkirin li ser hesabê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî li hemberî tevgera me ya siyasî pêk hat. Ji ber wê jî rejîma Sûriyeyê zextên pir dijwar li hemberî tevgera me pêk anîn. Ji ber wê jî vê yekê hişt ku bi sedan hevalên me bêne girtin. Heta niha jî di zîndanan de ne.
DI ZÎNDANAN DE ENDAMÊN PYD’Ê BI ÎŞKENCEYÊ HATIN QETILKIRIN
Çend hevalên we di girtîgehan de?Demek dirêj e ku gelek mirov hatin girtin. Carna li gorî qanûn û hukmên dihatin birîn, ,gelek mirov têde man û piştî bi salan nû derketin. Me di zîndanên Sûriyeyê de şehîd jî dan. Wek mamoste Osman, wek Bavê Cûdî, Ehemed Huseyîn, yek jî hevala me Naziye Ehmed Keçel. Ew hevala me 2004 hatiye girtin, em heta îro nizanin rewşa wê çiye. Li Efrînê di nava xebatê de hate girtin.
Di wê demê de xebatên me yên siyasî, têkoşîna me, nêzîkatiya me ya li hemberî rejîma Baas evane ji bo me dîrokek girîng e. Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn giran bûne û ketine ser hev. Li gorî nêrîna me ya siyasî û fikra me ew e ev nîzam êdî gihiştine qonaxek nû. Ew hêzên heyî an dê xwe biguherin, an jî dê derbasî sîstemek demokratîk bibe û ev pirsgirêk di çarçoveyek demokratîk de çareser bikin, an jî ev rejîm dê biçin. Lê di dawiyê de aşkere bû ku ev rejîm ne xwedî wê hêzê neku bikarin di nava xwe de guhertinê çêbikin. Ji ber wê jî baweriya me hebû ku dê serhildanên gel çêbibin û bigihin pêvajoyeke wiha.
KURD WEKE HEMWELATÎ NEHATIN QEBÛLKIRIN
Rejîma Sûriyeyê yek ji van rejîman e. Tenê partiyek bi rê ve dibe, yek ziman, yek partî, yek nêrîn, heta hilbijartin jî her tişê wê navendek diyar dikin. Rewşa ku rejîm têde ye, ji ya rejîmên din ên herêmê cûda nîne. Sîstema Baas a 50 salan giraniyek mezin çêkirin. Rewşa Sûriyeyê hinek taybet e. Di aliyê civakî de jî taybet e. Mînak li Sûriyeyê civak rengîn e, pir netew hene. Pir çand hene, di aliyê mezhemî de dewlemendiyek xwe heye. Lê ev sîstema yek partî ya bi salan di nava civakê de pirsgirêkên cidî bixwe re derxistiye holê. Jixwe gelê Kurd ji hemû mafan hatiye bêparhiştin. Gelê Kurd weke welatiyên Sûriyeyê jî nedihatin qebûlkirin. Bi sedhezaran Kurd ji aliyê rejîma Baas ve nehatine naskirin. Ji ber wê jî ev bi salan e ku gelê Kurd li hemberî vê yekê têdikoşe.
Hûn li Sûriyeyê guhertine çawa dixwazin?Li rojhilata Navîn guhertin çêdibin. Lê divê ev guhertin ne tenê di warê guhertina rejîmê de bin. Guhertinên ku çêbibin divê li ser esasê nizama demokratîk be, gel esas bê girtin û li ser esasê îradeya gel be. Gel bikare bi xwe biryar bide. Ji bo maf, paşeroja xwe, çawaniya jiyana xwe bi xwe biryar bide. Ji ber ku guhertina sîstemê ji jor ve ev pirsgirêk çareser nake. Di paradîgmaya me de gel esas e, rêxistinbûna civakê esase, di van guhertinên nû de divê gel bi xwe bikare pirsgirêkên xwe çareser bike û bikare xwe bi xwe îdare bike. Ne ku ji jor ve bê îdarekirin.
EM XWESERIYA DEMOKRATÎK ÇARESERIYA MAQÛL DIBÎNIN
Ji bo vê şoreşê amadekariyên hebûn gelo? Ger hebûn çi bûn?Beriya şoreşê jî gelê Kurd bi salan têkoşîn meşand, hem aliyê siyasî, hem aliyê civakî û hem jî aliyê neteweyî de me weke Rojavayê Kurdistanê me gelek merhele derbas kirine, ji bo vê jî me weke rêxistin li Rojavayê Kurdistanê gelek nirxandin kir û me gelek civîn çêkirin, me gelek kongre çêkirin, me nêrînên gel girtin, me rewş û pêşketinên Rojhilata Navîn û Sûriyeyê me nirxand. Ji bo em bi proje derbasî pêvajoya şoreşê bibin, me di civînan de biryar standin. Biryara girîng a vê projeyê ew bû ku me wek, çareseriya pirsgirêka Kurd projeya xweseriya demokratîk me diyar kir. Ji bo tevahiya gelên Sûriyeyê jî em xweseriya demokratîk weke çareseriya herî maqul dibînin.
KURD XWESERIYA DEMOKRATÎK AVA DIKIN
Gelo ev proje tenêya PYD’ê ye,partiyên din çawa lê dinêrin?Ev projeya çareseriyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM) ye. Bi hemû sazî û hêzên xwe ve weke projeyek ji bo çareserkirina pirsgirêka Rojavayê Kurdistanê ye. Em jî weke PYD hêza siyasî ya vê TEV-DEM’ê ji bo ev proje bi ser bikeve, em ji destpêkê ve têdikoşin. Niha aliyê wê yê pratîkî derketiye pêş, serkeftinên ku bi vê projeyê li Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin hene. Ev encama têkoşîna ku me di nava sîstema xweseriya demokratîk de daye meşandin e. Ev demek e behsa statuyê tê kirin, lê ev nêzî sal û nîv e gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê xweseriya xwe ava dike. Ji destpêka şoreşê ve ji bo Kurd di sîstema nû de cih bigirin, vê sîstema xwe ava dikin. Li her bajarê Kurdistanê meclîsên xwe yên taybet ava kir. Girêdayî van meclîsan 17 komîte hene. Li her bajarekê meclîsek heye û li gundan jî komun hene.
Ev 17 komîte çi ne? Kîjan komîte ne?Komîteyên siyasî civakî, ciwan, perwerde, ziman, huqûq, tenduristî, ewleharî û komîteyên din ên ji bo xizmetên gel hene. Nunerên van komîteyan di meclîsên bajaran decih digirin. Ji bo her komîteyekê qadek a xebatê heye û her komîteyek bi civînan xebatên xwe dinirxînin. Mînak ger îro li Efrînê, Kobanê û Cizîrê ger rêveberî di destê gel de ye, bi saya van komîteyan e û vê projeya xweseriya demokratîk e.
‘EM LI TAXÊN ŞAMÊ JÎ XWEDÎ RÊXISTIN IN’
Meclîsên bajaran niha li çend bajaran hene? Gelo li bajarên heta niha jî di destê rejîma Esad de ne jî hene?Li hemû bajaran hene. Li cihên di destê rejîma Esad de jî hene. Cihek wek Helebê, Hesekê û Tiltemerê meclîsên gel hene. Li taxan meclîs hene. Komîteyên girêdayî vana hene. Em li taxên Kurdan ên li Şamê jî xwedî rêxistin in. Li bajarên Kurdistanê Kobanê, Efrîn, Qamişlo, Dirbesiyê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Amûdê û Dêrikê gel xwe bi temamî bi xwe bi rê ve dibin.
Astengiya herî mezin a li pêşîya pratîzekirina sîstema xweseriya demokratîk çi ye?Ev model ne tenê ji bo Kurdan,ji bo hemû Rojahilata Navîn awayek nû yê rêveberiyê ye. Yê ku yekem car vê projeyê pêk tînin em in. Di heman demê de yekem care ku gel bê dewlet xwe bi xwe bi rê ve dibe. Bi taybet dixwazim balê bikişînim ser; gel xwe bi xwe rê ve dibe. Bê ku sîstemek ji jor de gel bi rê ve dibe, ji jêr ve tê birêvebirin. Ev ji bo me modelek nû ye, paradîgmayek nûye. Ev felsefeyek nû ya jiyanê ye. Ji ber wê jî em gelek girîngiyê didin perwerdekiriina gel. Di akadmemiyên ku me ava kiriye de em vê projeyê û felsea jiyanê di vêperwerdeyê de vedibêjin.
Hûn di akademiyan de perwerdehiya gel çawa birêxistin dikin? Li gor temen an li gor çînên civakî?Li gel akademiyên me yên giştî, akamediyên me yên taybet jî hene. Hemû kesên di komîte û rêveberiyê de cih digirin, li van akademiyan perwerde dibin. Em paradîkmaya nû nîşanê wan didin. Her wiha çanda demokratîk û rêveberiya gel jî tê nîşandan. Li tax û gundan jî em ji bo gel semîner û panelan lidardixin. Her wiha em car bi caran jî civînên gel pêktînin. Di van civînan de em pêşniyar û rexneyên gel guhdar dikin û li gor vê tevdigerin.
YÊ DU CARAN JIN ANÎNE EM ENDAMTIYA WA RADIWESTÎNIN
Eleqeya gel çawa ye? Gel vê pergalê çawa dibîne?Di destpêkê de hin pirsgirêk derketin. Bi taybet jî di warê hilbijartinan de. Li gor Xweseriya Demokratîk lazim bû hemû kes bi hilbijartinê were peywirdarkirin. Wekî mînak li gundekî ji bo keyatiyê lazim bû em sindoq deynin. Pêşî em li van gundan hilbijartin pêk tinin. Ev gelek girîng e. Bi vî awayî em çanda demokratîk didin jiyandin.
Di van hilbijartinan de her kes dikare bibe namzet? Şertên namzetiyê çi ne?Yekemîn; Kesê ku berê tu zirar nedabe nirxên netewî., Ya duwem; divê kesekî ku kesayetiya wî di nava civakê de baş bê nirxandin. Ya sêyemîn; di warê exlaqê de divê paşeroja wî/wê paqij be. Divê namzed beyî berjewendiyên kesînî, ji bo berjewendiyên civakî bixebite. Li Rojava jin
Ez dixwazim li agahiyekê bipirsim. Kesên du jina anîne dikarin di komiteyan de cih bigirin. Lewra li Kurdistana Bakur BDP û KCD’ê di vî warî de biryar girtiye. Li vir jî wisa ye?Em ji li hemberî dujiniyê ne. Lê hêj di civakê de ev hişmendî didome. Em teqez li hemberî vê ne. Endamên meclîsên du jin anîne, endamtiya wan tê cemindandin û pewirên wî tên girtin. Têkoşîna jinê navenda têkoşîna me ye.
‘RÊXISTINBUYÎNA JINAN JI KOTA SEDÎ 40 ZÊDE YE’
Di meclîs û komîteyên we de kotaya jinan heye?Em di hemû meclîs û komîteyan de ji sedî 40 kotaya jinan pêk tînin. Lê li hin deran ev ji sedî 40 zêdetir e. Lê li hin deran ev ji sedî 40 zêdetir e. Jixwe ji ber birêxistinbûna jinê ewqas zêde ye gelek cihan ji ber xebata ji sedî 90 a jinan, jin kotaya ji sedî 40 derbas dikin. Li Qamişlo û Kobaniyê serokên meclîsê jin in. Her wiha em pergala hevserokatiyê bi kar tînin. Jin li Rojavayê Kurdistanê pêşengiyê dikin. Dubare bêjim. Jin ji destpêka şoreşê heta îro li Rojavayê Kurdistanê şoreşê dikin. Di siyasetê de, di rêxistibûnê de, xwedî rolek girîng in. Dayik zarokên me yên şehîd dikevin bi tilîliyan disipêrin axê. Ev yek ji mînakên girîng ên fedekariyan jinan e. binêrin: Li Rojavayê Kurdistanê jin di du aliyan de têkoşînê dimeşîne. Yek ji bo azadiya gelê Kurd, du ji bo azadiya jinan têdikoşe. Hewl dide ku mafên jinan di makeqanûnê de bê mîsogerkirin.
'PIRSGIRÊKA ME YA HERÎ MEZIN DERMAN IN’
Di bajarên we rêveberiyên wan bidestxistine hûn xizmetên av, tenduristî, ceyran û perwerdeyê çawa didin?Di mijarên hûn dibêjin de hin pirsgirêkên me hene. Sedama wê jî şerê navxweyî ye. Bandora vî şerî li Kurdistanê jî heye. Her roj em li Heleb û Efrînê şehîdan didin. Herî zêde pêdiviya me bi dermana heye. Nexweşxaneyên me nikarin xizmet bidin gel. Me bi derfetên xwe hin nexweşxane ava kirin. Me dixtor jî bi rêxistin kir û xist xizmeta gel. Hin pirojeyên me hene. Lê ji bo vê pêdiviya me bi alikariya derve heye. Bi taybet li Efrîn û Kobanê jî pirsgirêka ceyranê heye. Li gel van em bi rêyan komîteyan hewl didin xizmetê bidin gel. Wekî mînak komîteya lojîstîk ji bo tiştên xwarinê buha ne bin kontrolê dikin. Dîsa wekî mînak, me ji Dêrikê me gaz bir Kobaniyê. Ev xebatek gelek baş bû.
Hûn perwerdeya zarokan çawa organize dikin? Perwerdeya xwendekarên dibistana seretayî bê navber didome.? Amûrên perwerdehiyê û yên din hûn çawa pêk tînin?Li tevahiya Başurê Kurdistanê saziyên me yên perwerdehiyê hene. Mamoste girêdayî van saziyan dixebitin. Bi sedan mamoste dersê didin zarokan. Her herêm hewl dide pêdiviyên xwe bi xwe pêk bîne. Projeyên Yekitiya STAR’ê yên ji bo perwerdehiya zaroka hene. Di mijarên wekî gihandina zarokan, pêşîlêgirtina xebata zarokan û tundiya li hemberî zarokan wekî ders tên dayîn.
‘KARMENDÊN EREB YÊN DIXWAZIN DIKARIN LI SER PEWIRA XWE BIMÎNIN’
Di dibistanên girêdayî rejîma Şamê de perwerdehî didome? Mamoste û peywirdarên ereb dê çi bibin?Tu ferqek nake. Kîjan karmendê ereb an jî yek ji nijadek din bixwaze dikare li ser karê xwe bimîne. Em ji wan re dibêjin ‘heta niha we ji Rejîma Esed re xizmet dikir. Ger hûn niha dixwazin ji bo gelê xwe bixebitin. Hûn dikarin bimînin’ Me jib o têkiliyên şaredarî û saziyên dewletê yên din komîte ava kiriye. Em bi rêya van komiteya xizmet didin gel.
Derbarê mamoste û zarokên ereb de jî em bêjin. Par havînê me ji Rejîma Esed xwest ku li gel erebî em kurdî jî perwerde bidin. Lê wî qebûl nekir û dibistan girtin. Di vî warî de biryarekî me teqez heye. Ger ev dibistan werin vekirin se divê perwerdehiya kurdî teqez bê dayîn. Ji bilî vê li nava gel de gelek dibistan hene û perwerde didome.
NÊZÎKATIYA ŞAMÊ LI HEMBERÎ KURDAN NEGUHERIYE
Başe di nava vê kaosê de hûn bi rojane bi Esad re dîplomasiyek çawa didin meşandin?Her çiqas rêveberiya Şamê qels bûbe jî hêj nêzîkatiya wî ya li hemberî kurdan neguheriye. Polîtîkaya me ya li hemberî vê rejîmê herî herî zelal e. Em rejîma xwe ya alternatîke pêk tînin. Ger hûn li hember tiştekî derdikevin se divê hûn alternativ deynin holê. Têkiliya me bi muxalefetê re heye, lê tifaq tune ye. Ji bo kurdan tu projeyên wan tune ne. Em her cure tundiyê red dikin. Tu carê jî nabin aliyek tundiye. Lê ger şer bigihije Kurdistanê em dê welatê xwe biparêzin.
ASAYÎŞA ME YA KU LI SÛCÊN EDLÎ Û LI EWLEKARIYA BAJÊR DINÊRE HEYE’’
Hêza we ya parastinê çawa ye? Hûn ewlekariyê çawa pêk tînin, hûn çawa nêzîkî bûyerên edlî dibin?Niha li Rojavayê Kurdistanê û li herêmên ku kurd lê dijîn 2 hêzên me yên parastinê hene. Yek jê ewlekariya giştî ye ku girêdayî meclîsên bajêr e. Cihê kontrolê yên vê hêzê hene, ewlekariya cihên niştecihbûyî pêk tine. Li gundan jixwe nobedar hene û li gundan jî dema ku pirsgirêkek derdikeve ev ewlekariya giştî mudaxeleyî wir dike. Yanî weke partî jî di pêkhatina ewlekariyê de para me heye. Ji bo ku ewlekarî bibe hêzeke bi pergal perwerdehiyê me didomin.
Dema ku kuştinek yan jî sûcekî dî pêk tê hêzên ku girêdayî vê asayîşê ne dikevin tevgerê. Lêpirsînê dide destpêkirin û bi dû sûcdaran dikeve. Di dawiya lêpirsînê de biryar tê stendin û heke li holê sûcdarek hebe wî/ê derdixe ber dadgehê. Ev sîstem li her deverê niha çalak e. Hêza din a parastinê YPG ye. Di daxuyaniyan de we xwend; YPG hêzeke netewî ye û ji parastina tevahiya Rojavayê Kurdistanê berpirsyar e. Lê di derbarê vê hêzê û hijmara wê de nikarim agahiyan bidim. Loma rêbazeke ji ya herkesî serbixwe ya YPGê heye , bila ew vê hişkere bikin.
Baş e hûn ewlekariyê çawa pêk tînin. Wekî Hevserokê PYDê hûn bi rehetî dikarin bigerin? Ne tenê niha, berê jî pirsgirêka me ya ewlekariyê hebû. Di vê atmosfera şer de pirsgirêka me hemûyan a ewlekariyê heye. Lê heke em ji xwe re pêşengê gel dibêjin divê metirsiyên me yên bi vî awayî nebin. Metirsiya me ya herî mezin dive pirsgirêkên gel bin. Ji bo vê jî em xwe ji ewlekariya gel cihê nafikirin. Li gel talokeyan em li bajaran digerin loma hin berpirsyariyên me hene ku dive em pêk bînin.
Herî dawî di derbarê gelê kurd ên ku parçeyên din ên Kurdistanê dijîn û bi taybetî di derbarê jinên kurd de tiştekî ku hûn dixwazin bibêjin heye?Li kîjan parçeyî dibe bila bibe qet ne girîng e pirsgirêka me ya netewî eynî ye. Lê li Rojavayê Kurdistanê bidestxistina statûyekê, li Rojhilata Navîn di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de wê bibe gaveke girîng. Ev rewşa Rojavayê Kurdistanê pirsgirêkeke netewî ye û bandora wê li ser tevahiya Kurdistanê heye. Bi taybetî jî di mijara êrîşeke bi ser me de, mînak heke ji Tirkiyeyê êrîşeke bi ser me de were hemû kurd divêli dijî vê têbikoşin. Herwiha di biryareke siyasî ya dijberî me de jî dive hemû kurd bi me re bin, di rewşeke wilo de dive hemû hêzên xwe yên siyasî û diplomatik bixin tevgerê.
Di derbarê têkoşîna jinên kurd de jî dixwazim vana bibêjim; li parçeyên din ên Kurdistanê jî têkoşîna jinê bi awayekî çetîn û dijwar didome. Tevgera jinên kurd, bi hişmendiya; ‘’azadiya jinê azadiya civakê ye’’ bi salan e ku têkoşîna xwe dike. Tundiya li dijî jinê, bi kuştinên ‘’namûsê’’ hê jî didome. Li dijî vê dive em rêxistinbûyina xwe hêzdar bikin. Rêxistinbûyina jina kurd çiqasî hêzdar bibe azadiya gelême jî ewqasî nêzîk dibe. Heya niha li gel ku hêzên siyasî yên tevahiya Kurdistanê nehatina ba hev jî lê jinên hemû parçeyên Kurdistanê gihaştine ba hev. Kongreyên jinan ên ku li Amed û Hewlêrê pêk hatin gellekî girîng bûn, hem di qada jinê de û hem jî di qada netewî de. Em wekî jinên kurd divêji bîr nekin ku berpirsyariya me li hemberî Rêber Apo heye. Loma asta tevgera me ya jinê û asta azadiya jina kurd bi hewldanên Rêber Apo pêk hatin. Ji bo vê jî, ji bo ku azadiya Rêber Apo pêk were û tecrîda li ser rabe dive em têkoşînê bikin.