Rêbazeke şer: Destavêtin-3

Li cîhanê û bi taybetî di pevçûn û şerê salê 90’î de nêzî 100 hezaran bûyerên destdirêjiyê çêbûn. NY sala 2000’an vê weke sûcê şer bi nav kir lê di şerên piştî wê qewimînî de destdirêjî dom kir.

 rû bi rûyê êrîşên cinsî hatina jin û zarokan ya di pevçûn û şerên leşkerî de, di dema nêzîk de ji şerê Iraqê heta ku ya Suriyê, di salên 90’î de ji Bosnayê heta Kurdistanê, yek ji wan kevintirîn sûcin ku bi salan û heta çaxane pêk tê.

Rû bi rûyê êrîşên cinsî hatina jinan a dema aşitiyê bi rû bi rû hatina wê sûcê ya dema şer/pevçûnan ji hev cuda dibin. Bi taybetî di demên bi pevçûn de jin weke armancê ji holêrakirina cudahiyên mîna dîn, ziman û nejad her wiha etnîkî rû bi rûyê êrîşên cinsî dibe.

DI SALÊN 90’Î DE CÎHANÊ JI DESTDIRÊJIYÊN KOMÎ RE ŞAHIDÎ KIR

Di nivîsa bi sernavê “Jina Kurd û milştarîzm” de ya di kovara KAOS GL’ê de hatî weşandin Zozan Ozgokçe ku ji bo rewşê mînak dabûn bi nivîsê xwe wiha bi kurtî ev rewşa jinan a li cîhanê vedibêje: “Erdnîgar û femînîst Jonî Seager ji bo atlasa cîhanê ya rewşa jin a li cîhanê dijî radixe ber çavan, nexşeyek ya bi mijara destdirêjiyê amade dike. Ev nexşeya cîhanê ku di du rûpelên beramberî hevudu de hatî xêz kirin, cihên ku destdirêjiyên komî yên di dema pevçûnên leşkerî yên destpêk û naverasta salên 1990’î de çêbibûn belge dike: Rûanda, Gurcîstan, Efganîstan, Angola, Mozambîk, Kamboçya, Perû, Cîbûtî, Tîmora Rojhilat, Tirkiye, Srî Lanka, Bûrma, Kaşmîr (Hîndîstan), Kûweyt, Lîberya, Papûa Gîneya Nû, Somalî, Sûdan, Bosna, Haîtî, Meksîka û Kosova. Çandên cuda, dînên cuda, bîrdoziyên siyasî yên cuda, tifaqên ji derve yên cuda, şeklên şer ên cuda, têkiliyên leşker-sivîl ên cuda… Lê di her mînakê de yên destdirêjiya jinan kirine zilamên ku xwe wek leşker pênase kirine bûn.”

ZAROKÊN NEFRETÊ

Mînak di sala 1992’an de bi dirêjahiya şerê Bosna ya 3 salan domkir, li gorî rapor û vegotinên devkî; di navbera 13 heya 50 hezar jinên Bosnayî yên misilman ji aliyê artêşa Sirbê ve di “kampên destdirêjiyê” de bi armanca qirkirina etnîkî rastî destdirêjî û êşkenceyê hatin. Her wiha di destpêka salên 90’î de wate di navbera salên 1990-1993’an de di qirkirina li Rûandayê de hejmara wan nêzî 500 hezar jinên Tûtsî ji aliyê Hutu’yan ve hatin tecawîzkirin. Hutu’yan bi propagandayên “Jinên Tûtsî xweşik û ne dawpaqij in” di pêvajoya qirkirina Rûandayê nêzî 5000 zarok ku ji wan re digotin Zarokên Nefretê hatin dinê. Di şerê navxweyî ya Sîerra Leone ya ku sala 1991’an destpêkir û heya sala 2000’î domkir de jî nêzî 250 hezar jin rastî destdirêjiyê hatin.

NY SALA 2000’Î WEKE SÛCÊ ŞER HESİBAND

Ev destdirêjiyên komî yên salên 90’î, di dîroka 31’ê Cotmeha 2000 de bû zemînek ya ji bo ku Konseya Ewlekariya Netewên Yekbûyî (KENY) biryara hejmara 1325’ê bigire. Bi vê yasaya KENY’ê destdirêjî û êrîşên cinsî cara yekemîn weke sûc hatin destgiritn. Biryara hejmara 1325’an a Konseya Ewlekariya Netewên Yekbûyî tevî ku berpirsyartî dixiste ser milê welatan jî, lê nekarî gavên şênber yên ku bikare li pêşiya êrîşên cinsî yên di şerên ku didomin de bigire, biavêje. Şerê DYE-Iraqê ku 3 sal piştî girtina vê biryarê destpêkir mezintirîn îspata ne têrkerbûna wê bû.

DI DAGIRKERIYA DYE’Ê DE DESTDIRÊJÎ LI SEDAN JINÊN IRAQÎ HATE KIRIN

Di s ala 2003’an de bi dagirkirina Iraqê ya ji aliyê DYE’ê ve bi hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Eşkere bû ku dîmenên êşkence yên li girtîgeha Ebû Garîbê û wêneyên destdirêjîkirina li ser jin û zarokan çi di qadên sivîl û çi jî di girtîgehan de ji aliyê leşkeran ve bi awayeke sîstematîk hatiye kirin. Di dagirkirina Iraqê de bi hezaran jin û zarok bûne armanca destdirêjî û tacîzê.

HÊ JÎ DIDOME

Ev rewşe di şerê sala 2011’an ya li Sûriyê ku cara yekem weke şerê navxweyî destpêkir de bi hezaran û deh hezaran jin bandor kir. Di şerê ku hê jî didome de bi taybetî jinên ku DAÎŞ’ê rewandinî, destdirêjiya li ser wan û di bazaran de firotina wan weke koleyan, di şereke wiha de gelek bûyerên êrîşên cinsî yên jin dibe mexdûrê wê qewimîn. Her wiha gelek rapor çêbûn ku tê de nîşan dide çeteyê OSO yên girêdayî Tirkiyê jî heman rêbazan dimeşînin. Herî dawî beriya qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, êrîşa ku pê re rû bi rû ma her çiqasî dikeve çarçoveya şîdeta li ser jinê ya yasaya hejmara 1325 ya ku KENY weke sûcê şer pênasekirî jî lê li hemberî berpirsiyarê wê ango Tirkiye ti gavek nehat avêtin.