'Rakirina tecrîdê têrê nake, em êdî azadiya Rêberê xwe dixwazin'

Bi pêşengiya Kongreya Star a herêma Efrînê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehbayê jin meşeke dirêj li dar dixin. Jinan gotin ku ew êdî azadiya rêberê xwe dixwazin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li herêma Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşeke dirêj pêk tê.

Meş bi pêşengiya Kongreya Star a herêma Efrînê tê lidarxistin.

Jinên ku ji navçeya Ehresê dest bi meşê kirin heta bajarokê Fafînê dimeşin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hesna Hesen li ser mijarê axivî û diyar kir ku bidawîkirina tecrîdê êdî têrê nake, ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Hesna Hesen got, "Meşa me ya dirêj ji goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê dest pê kir. Meş wê piştî sê rojan li bajarokê Fafînê bi dawî bibe. Armanca me ya meşê ew e ku daxwaza azadiya Rêber Apo bikin."

Hesna Hesen bi bîr xist ku ew bi dirûşma "Bes e ji tecrîdê re, bimire xiyanet, dem dema azadiyê ye" dimeşin.

Yek ji beşdarên meşê Emel Mihemed jî diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê xwe wê her tim li ser piyan bin û got, "Em komploya 9'ê Cotmehê bi tundî şermezar dikin. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê her tim li qadan bin."