Polîsê Tirk hevjîn, dayik û bavê wê kuşt

Li Afyonkarahîsarê polîsê Tirk hevjîna xwe ya li ber ji hev cudabûnê, dayik û bavê wê kuşt û piştre întixar kir.

Li Afyonkarahîsar polîsê ku navê wî nehate eşkerekirin, ji bo bi hevjîna xwe ya dayika du zarokan li ber ji hev cudabûnê çûbû mala bavê xwe baxive, diçe mala xezûrê xwe yê li taxa Ornekevler ya li ser rêya Fatîh Gumûşê. Polîs li vir hevjîn û dayika wê dikuje.

Polîs du zarokên xwe digire û ji malê derdikeve, li kolanê jî dema rastî xezûrê xwe tê wî jî dikuje. Polîs li ser hatin tîmên polîsan a cihê bûyerê bi heman tebanceyê întixar dike.