Polîsan êrîş bire ser çalakiya qirkirina jinê û desteserkirina şaredariyan-NÛ BÛ

Platforma Jin Bihevre Bihêz in, di saet 20:30’ê şevê de ji bo protestokirina qirkirina jinê û desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê li Parka Mehmet Ayvalitaş çalakiyek kirin. Polîsan êrîş bire ser çalakiyê 8 kes destgîrkirin.

Platforma Jin Bihevre Bihêz in, di saetên şevê de ji bo protestokirina qirkirina jinê û desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya jia liyê AKP/MHP’ê ve li Parka Mehmet Ayvalitaş çalakiyek kirin.

Di dema çalakiyê de polîsan nûçegihan Ajansa Mezopotamya Berfîn Aslan û nûçegihana rojnameya Yenîyaşamê Mehmet Şahîn jî di nav de 8 kes destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Qereqola Îskele. Parêzerên ku xwestin kesên hatine destgîrkirin bibînin rê nehate dayîna wan.