Polîs tecawizî wê kir, dewleta Tirk jî polîs parast

Li navçeya Cizîra Şirnexê di 8’ê Hezîranê de polîsê bi navê Enes A, tecawizî jina bi navê S.S kir. S.S da zanîn ku ji aliyê polîsan ve xwekuştin lê hatiye ferzkirin û got “Min gilî kir lê ji dozger heta bijîşk û polîsan, her kesî hewl daye bûyerê veşêrin.

Di demên dawî de li Bakur di encama polîtîkayên şerê taybet de bûyerên tacîz û tecawizê zêdetir bûne. Herî dawî li Êlihê Îpek Er ji aliyê çawîşê pispor Mûsa Orhan ve hatibû tecawizkirin û piştre xwe kuştibû. Li Kercewsê jî derket holê ku 27 mêrî ku polîs û leşker jî nav de tecawizî zarokekê kirine. Her wiha li Colemêrge jî çeteyê fuhuşê ku cerdevan û leşker di nav de ne, derket holê.

Li Cizîra Şirnexê polîs Enes A. ku parastina Amîrê Asayîşa Midûriyeta Eminiyeta Navçeyê dikir, di 8’ê Nîsana 2021’ê de tecawizê jina bi navê S.S kir. Jina bi navê S.S ji Ajansa Jinnewsê re axivî û qala tecawiz û pêvajoya piştî wê kir.

S.S diyar kir wê berê jî bi Enes A. nas dikir, bi armanca gerê ji Amedê çûye Cizîrê ya Şirnexê û tiştên jiya wiha vegot: “Enes ez ji otogara Cizîrê girtim û em bi teqsiyê çûn mala wî. Em çawa çûn malê derî girt û êrîş kir. Şîdet li min kir. Ez ber bi derî ve çûm. Ji ber derî girtibû nikaribûm birevim. Şîdet kir û tecawiz kir. Min xwest biçim lê destûr neda. Ez li malê desteser kirim. Şeva duyem ew li odeya din raza, ez li polîs geriyam. Min got bi zor min digire û min alîkarî xwest. Min navnîşan nizanibû ji ber vê min konum şand ku cihê min tespît bikin.”

.S da zanîn ku piştî vê polîs li Enes A. geriyan û gotin der barê wî de gilî heye. S.S wiha got: “ Polîs geriyan û gotin ‘keçikekê tu gilî kiriye, agahiya te hebe. Em tên.’ Piştî telefon hat girtin, Enes got ‘tu derbarê tecawizê de tiştekî bêjî ez te dikujim, malbata te dikujim. Tu yê gilî nekî, şûnde bi min re werî malê. Ez te dişînim Amedê.’ Polîs hatin, me birin Navenda Polîsan a Şehîd Murat Akancay. Lê ji ber tirsê min gilî nekir. Ez tehdîd kiribûm. Wî jî ji polîsan re got ‘Me nîqaş kir, hêrs bû ji ber wê geriyaye.’ Piştre ez pê re hatim malê. Bi şev saet di 02.30’an de ez bi otobusê şandim. Roja din bi peyamê heqeret li min kir.  Piştre têkiliya xwe birî.”

S.S wiha berdewam kir: “Piştî heqeret kir roja din ez çûm Cizîrê min gilî kir. Polîsan ez ji otogarê girtim. Ez çûm cem Amîr. Amîr ligel çar polîsan got bûyere bêje. Ez birim Buroya Malbatê û îfade girtin. Lê îfadeya min kêm ma. Min got ez bi şev li polîs geriyame, komîser li Enes geriyaye. Lê ev tişt di qeydan de bi cih nekirin. Dema tecawizê hinek tişt nexistin zabitnameyê.”

S.S got piştî îfadeyê birine nexweşxaneyê û got: “Kontrola bijîşk 5 deqeyan bû. Mînak ji min negirt. Min got çima nimûneyê nastîne, got dozger tiştekî wisa negotiye. Wekî ku bijîşk talîmat girtibe bersiv da. Piştre rapor nivîsî şand ji dozger re. Êvarî jî ez şandim malê. Ji ber ji malbatê tirsiyam min şeva xwe li kolanê derbas kir. Ez li polîs geriyam ez birim stargeha jinan. Piştre vegeryam cem malbatê.”

S.S got lêpirsîna tecawiza li Cizîrê bi neşopandinê encam bûye. Di 12’ê Tîrmehê de ji ser CÎMER’ê serî li Wezareta Karê Hundir daye û xwestiye rapora Tipa Edlî bigire. S.S got wezaretê di 17’ê îlonê de bersiv daye û gotiye  der barê personelê mijara gotinê de lêpirsîna îdarî hatiye vekirin.

S.S wiha got pê de çû: “Wezaretê di 18’ê cotmehê de dosya şand dozgeriyê. Agahî dan min. Ji ber tecawizê ez pirsgirêka tenduristiyê jiyam. Ez çûm Beşa Cerahiya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Bijîşk got şopa tecawizê heye. Got çima berê nehatiye. Min rewş got. Got talîmata dozger hebe dikare raporê bide. Ez çûm Tipa Edlî. Niha li bende raporê me.”

S.S da zanîn ku der barê amîrê li Navenda Polîsan a Şehît Murat Akancay de jî serlêdana sûc kiriye û wiha got:"Ez di 11’ê îlonê de ji ber pêkanînên polîsan ên nebaş çûm Cizîrê û bi amîra jin a bi navê S.U re axivîm. Li ber qerekolê polîsan şîdet li min kirin. Ji ber pêkanînên amîr S.U û sê polîsan xwestin ez xwe bikujim. Ez ji qerekolê derketim çûm Pira Dîcleyê û di saetên sibehê de min hewl da xwe bikujim. Ekîbên emniyetê ez dîtim û mudaxale kirin. Min der barê wan de jî gilî kir û lêpirsîn didome."

S.S diyar kir ku ji ber dayika polîs Enes A. di telefonê de heqeret lê kiriye, der barê wê de jî gilî kiriye. S.S her wiha daxuyand ku hevalê polîs Enes A. piştî bûyerê li wê geriyaye û gotiye ku Enes 30 jinên din jî mexdûr kiriye û got: “Hevalê wî got ‘Enes ne kesekî baş e. Jinan bi niyeta zewacê dixapîne. Ji ser medyaya civakî jinan dixapîne. Jinan mexdûr dike piştre dişîne.’ Di alî psîkolojîk de ez rojên zehmet jiyam. Dayika min dibêje ‘ji kesî re nebêje em ê rezîl bibin’. Ji bo bûyer dirêj nebe dayika min zext li min kir. Delîl ji holê rakirin. Dosyaya min girtin. Lêpirsînek din vebe nizanim wê çi bibe. Ez naxwazim bêdeng bimînim. Îro li min kir sibehê li yeka din dikin. Min serî li Komeleya Jinan a Rosayê da. Gotin wê şopdarê dozê bin.”

Piştî gilîkirina S.S 4 lêpirsînên îdarî li Enes A vedibin. Ji polîsiyê digirin û li nokteya kontrolê bi cih dikin. Du lêpirsîn bi encam bûn, du heb didomin.