Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê: Wê jin bêdneg nebin!

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê êrîş û pêkutiyên li ser jinan şermezar kir, diyar kirin ku wê jin bêdeng nebin!

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê têkildarî pêkûtî û zextên li ser jinên rojnamevan li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Gelek jinên rojnamevan beşdar bûn û li ser navê platformê Reyhan Hacioglû daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:“Di 24’ê Tîrmehê de piştî ku pêvajoya aştiyê bi dawî bû û li Kurdistanê şerek hate destpêkirin. Bi vê re jî pêkutî û girtina li ser çapemeniya Kurd zêdetir bû. Pê re jî bi hewldana derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hemû çapemeniya mûxalîf a li Tirkiyeyê bû hedef.”

‘WEŞANÊN DENGÊ JINÊ HATIN GIRTIN’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de re, xebatkarên çapemeniyê yên jin û weşanên jinê rastî êrîşan hatin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gelek xebatkarên jin bêkar hatin hiştin û hatin binçavkirin. Weşanên ku dengê jinê derdixistin pêş jî hatin girtin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Dengê çapemeniya azad nayê qutkirin” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.