PAJK: 25’ê Mijdarê roja berxwedan û têkoşînê ye

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Jinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “25’ê Mijdarê roja berxwedan û têkoşîna hemû jinan e. Divê em hemû bi hev re xwe rêxistin bikin.”

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna jinê weke ‘xebata xwe ya destanî’ dinirxîne û ev tişt destnîşan kir: “Ev xebata destanî li ber ronahiya bîrdozî û felsefeya Rêbertî pêş ket. Weke jinan me li ser vî bingehî artêşbûn û partîbûna jinê, hêza xwe ya rêxistinkirî ava kir.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Jin Jiyan Azadî rastiya berxwedana jinê ya li hemû cîhanê bi taybetî li Rojhilat derketî holê, nîşa hemû kesê kir û ragihand ku ti hêza desthilatdar nikare xwe li ber azadî û berxwedana jinê bigire. Em geşkirina têkoşîna jinan weke wezîfeyekê digrin dest. Bi tevgerên jinan ên cuda re konferans, perwerde, meş, çalakî û merasîmên cur be cur tên pêşxistin. Evane pratîk û rêxistinbûnên rêya şoreşa jinê vedikin ku bi bîrdoziya rizgariya jinê hatiye pêşxistin. Wezîfeya me ya bingehîn ew e ku em vê yekê hîn mezintir bikin û faşîzm û sîstema baviksalar têk bibin. Têkoşîn û berxwedana jinê ya ku di encama şehadetên ku çêdibin û berdêlên mezin ên hatine dayîn de derketine holê, pêvajoyeke girîng e ku wê berxwedana jinê hîn zêdetir pêş bixe. Nuqteya herî girîng ku têkoşîna jinê bigihîne serkeftinê, wê bibe rêxistinbûn, parastina cewherî û piştevaniya jinan.

25’ê Mijdarê li dijî tundî, zext, zilm û destdirêjiyê, roja berxwedanê ye. 25’ê Mijdarê roja berxwedan û têkoşînê ya hemû jinan e. Divê em jin hemû bi hev re xwe rêxistin bikin û vê rojê veguherînin têkoşîn û rêxistinbûna li dijî tundiyê.”